ˋYPJˊê hebûn û hêza me yeˊ

Jinên ji bajarê Qamişloyê piştevaniya xwe ji YPJˊê re nîşan da û got, "Şervanên YPJˊê xwişk û keçên me ne. YPJˊê hebûn û hêza me ye."

ˋYPJˊê hebûn û hêza me yeˊ
1 hezîran, 2026   06:50
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ-BÊRÎTAN ÎRLAN

Bertekên jinên ji Rojava yên bi daxwaza naskirina fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û beşdarbûna wê di avasaziya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bilind dibin. Jinan di meşa piştgiriya YPJˊê de ya ku roja yekşemê li Qamişloyê hatibû lidarxistin ev daxwaz kirin.

Şervana YPJˊê Rohêv Tekoşer têkildarî mijarê got: "Em ji bo naskirina YPJˊê weke hêzeke bingehîn li qadan in. YPJˊê hêzeke jinan e navekî xwe li seranserî cîhanê çêkir, bi wêrekî, berxwedan û hêza xwe hat naskirin."

Di dawiyê de Rohêv anî ziman ku: "Em ê parastina hebûn û hêza xwe bidomînin û dev jê bernadin. Dema zihniyeta ku em paşguh dikirin çû, me hebûn û berxwedana xwe îsbat kir. Em ê heta dawiyê di vê rêyê de bin."

ˋEM DEV JI YPJˊÊ BERNADINˊ

Rêvebera Kongra Star a Qamişloyê Xebat Beşîr jî got: "Em ji bo piştevaniya şervanên xwe ku dengê me gihand tevahî cîhanê li meydanan in. YPJˊê bi hemû hêza xwe di dirêjahiya 14 salên şoreşê de tê koşiya. Her kesa di YPJˊê de xwişk û keçên me ne. Em dev ji wan bernadin."

Xebat wiha li gotina xwe zêde kir: "Heta doza YPJˊê di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin, em jê bernandin. Dê serkeftin para jinan û hêzên me be."

ˋEM DIXWAZIN MAFÊN JINAN DI DESTÛRÊ DE WERE FERMÎKIRINˊ

Li aliyekî din jî Rêvebera Kongra Star a bajarokê Girbawiyê Fatme Hewas jî got: "Em ê li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Ji Rojava heta bi Ewropa meş û çalakiyên ji bo piştevaniya YPJˊê. Em dixwazin mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de were fermîkirin."

Di dawiya axaftina xwe de Fatme got: "Em mafên xwe dixwazin. Em jin dev ji têkoşînê bernadin. Divê her jinek serî hilde û di oxira mafên xwe de tê bikoşe."

(fr)

ANHA