‘Mîsogerkirina mafên Kurdan bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk e‘

Parêzer Delîl Enter, mîsogerkirina mafên Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê di destûrê de wekî gaveke girîng ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng bi nav û got, naskirina mafên çandî, siyasî û neteweyî yên Kurdan zerarê nade mafên pêkhateyên din.

‘Mîsogerkirina mafên Kurdan bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk e‘
1 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Parêzer Delîl Enter ê ji bajarê Girkê Legê der barê girîngiya mîsogerkirina mafên pêkhateyên Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

Delîl Enter diyar kir ku gelê Kurd pêkhateyek resen ji pêkhateyên gelê Sûriyeyê û ji kevin ve li ser axa xwe dijî.

Enter anî ziman ku daxwaza Kurdan wekhevî, naskirina mafên wan ên neteweyî, çandî û siyasî û zimanî di destûrê de ye û got, tiştekî xwezayî ye ku her gelek bi ziman, çand û nasnameya xwe bijî.

PEYMANA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û WEKHEVIYA DI NAVBERA GELAN DE

Parêzer Delîl Enter da zanîn ku di peymana Neteweyên Yekûbyî de banga wekheviya di navbera gelan de û redkirina cudekariya li ser bingehên neteweyî an zimanî an olî tê kirin û got, divê Kurdên li Sûriyeyê  neyên paşguhkirin, lê mafên xwe bi dest bixin.

Delîl Enter her wiha destnîşan kir ku naskirina mafên Kurdan, zerarê nade mafên Ereb, Suryan an Asur e, lê wê bibe sedem ku jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyên Sûriyeyê de xurt bibe.

DANEZANA CÎHANÎ YA MAFÊN MIROVAN

Enter di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan jî û bi bîr xist ku danezan, mafên ziman, çand û nasnameyî yên gelan mîsoger dike. Her wiha got, mafê Kurdan e bi zimanê xwe yê dayikê biaxivîn û divê ev maf di destûra Sûriyeya siberojê de were garantîkirin.

WEKHEVIYA LI PÊŞBERÎ QANÛNÊ

Delîl Enter îşaret pê kir ku di qanûnên navneteweyî de girîniya wekheviya li pêşberî qanûnî û jiholê rakirina cudekariya li ser esasên neteweyî, an olî û zimanî hatine destnîşankirin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Divê tevahî gelên li Sûriyeyê mafên xwe bi dest bixin. Divê di destûra nû de rêgezên edaletê, wekheviya mafan di nava tevahî pêkhateyan de werin mîsogerkirin û siyasetên dûrxistin û înkarê ji holê werin rakirin."

Enter bal kişand ser danezana mafên kêmetewe, etnîk, ol û zimanî jî û diyar kir ku ev danezan, nasnameya neteweyî, çandî û zimanî yên gelan û beşdariya wan di jiyana siyasî, civakî û saziyên dewletê de mîsoger dike.

Parêzer Delîl Enter di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê werin naskirin û mafên wan di destûrê de werin mîsogerkirin û diyar kir ku avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî ya li ser bingehên tevkarî, edalet û rêzgirtina li pirrengiyê rêya herî guncaw a aramî û jinûve avakirina welat e.

(bb)

ANHA