ˋMîraseya têkoşînê ya şehîd Salih Muslim ji nifşên bê re jêdera îlhamê yeˊ

Komela Newroz a Çandî û Civakî li Lubnanê diyar kir ku şehîd Salih Muslim roleke girîng di gihandina dengê gelê Kurd li civînên navneteweyî de lîst û wê rêwîtiya wî ya têkoşînê û mîrasa wî ya siyasî ji nifşên bê re jêdera îlhamê bimînin.

ˋMîraseya têkoşînê ya şehîd Salih Muslim ji nifşên bê re jêdera îlhamê yeˊ
12 adar, 2026   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Komela Newroz a Çandî û Civakî li Lubnanê bi peyameke sersaxî da malbata Endamê Desteya Hevserokatiya PYDˊê şehîd Salih Muslim.

Di peyamê de hat gotin ku bi xemgînî û êşeke mezin, Komeleya Newroz Çandî û Civakî li Lubnanê agahiya şehadeta siyasetmedar û têkoşerê Kurd Salih Muslim, endamê Desteya Hevserokatiya PYDˊê, wergirt. Salih Muslim jiyana xwe ji bo parastina mafên gelê Kurd û têkoşîna wan ji bo azadî, rûmet û demokrasiyê daye.

Di dewama peyamê de hat diyarkirin ku koçkirina şehîd Salih Muslim ji bo tevgera siyasî ya Kurd û parêzvanên nirxên azadî û demokrasiyê windakirineke mezin e, lê rêwîtiya wî ya têkoşînê û mîrasa wî ya siyasî dê ji bo nifşên nû jêdera îlhamê bimînin.

Komelayê di dawiyê de got bi vê boneya biêş sersaxiyê da malbata şehîd, hevrêyên wê yên di tevgera siyasî ya Kurdî de û gelê Kurd.

(fr)