ˋMezhebtiyê red bikinˊ

Şêx Murşid El Xiznewî di civîneke li Hesekê de girîngî da wekheviya di navbera pêkhateyên herêmê de û banga xurtkirina jiyana hevbeş li ser bingeha "biratiya gelan" kir. Şêx Murşid hişyarî ji nijadperestiya di navbera gelên herêmê de, da.

ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
ˋMezhebtiyê red bikinˊ
29 kanûn, 2024   17:42
HESEKÊ

Li navenda Çand û Hunerê ya Serdem a bajarê Hesekê civîneke girseyî bi beşdariya Şêx Murşid El Xiznewî li dar ket. Di civînê de geşedanên li Sûriyeyê û bandorên wan li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, Meclisa Rûspiyan, serokeşîr, oldar û bi dehan şêniyên bajêr beşdar bûn.

JIYANA HEVBEŞ Û ROLA OLÊ DI WÊ YEKÊ DE

Di serî de, Şêx Murşid li ser nirxên olî yên Qurana Pîroz ên der barê rêzgirtina ji hevdu re û jiyana hevbeş û aştiyane di navbera gel û olan de, axivî û got: "Pêwist e ol bibe sedema yekbûnê, ne nakokiyan. Pêwist e em ji nakokiyên olî û nijadî yên ku mozaîka civakî têk dibin, bi dûr bikevin."

ˋASTENGIYÊN DERVE Û HEWLDANÊN DESTWERDANÊˊ

Şêx Murşid der barê zehmetiyên li dijî herêmê û destwerdanên derve de, diyar kir ku hêzên herêmî di serî de dewleta Tirk a dagirker roleke nerênî dilîzin û aramiya Sûriyeyî têk dibin û got: "Ev destwerdan bi armanca derxistina fîtneyan di nav gelê Sûriyeyê de ne. Li hemberî wê jî pêwistî bi helwesteke xurt a hemû pêkhateyên herêmê û pêşxistina jiyana hevbeş û yekrêziyê heye."

ˋGIRÎNGIYA YEKITIYA NÎŞTIMANÎˊ

Li ser girîngiya yekrêziyê Şêx Murşid banga hevgirtina bi dirûşma "biratiya gelan" kir û girîngî bi derbaskirina nakokiyan û pêşxistina biratiyê da û got: "Pêwist e Rêveberiya Xweser a ku hemû pêkhateyan di bin siya xwe de dihewîne bibe çareseriya guncaw a misogerkirina mafên hemiyan."

Şêx Murşid banga parastina hevsengiya di navbera mafên hemû pêkhateyan de û pêşxistina wekhevî û edaleta civakî, kir.

ˋROLA RÊVEBERIYA XWESER Û PIŞTGIRIYA QSD'Êˊ

Şêx Murşid ji gelên herêmê re got destekê bidin Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk ên ku nûnertiya tevahî pêkhateyan dikin û got: "Pêwist e her kes yekitiya nîştimanî ji bo pêşeroja Sûriyeya pirreng ku tê de rêz ji hemû ol û neteweyan re were girtin, xurt bike."

AMÛDÊ

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê civîneke girseyî li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajêr li dar xist.

Di civînê de girîngî bi hevgirtin û berxwedanê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hat dayîn.

(mh/fr)

ANHA

Hesekê