ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ

Xelkê bajarên Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê yên tev li berxwedana Hesekê bûye got "Li vir, em careke din bi ser dikevin."

ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
ˋLi vir, em careke din bi ser dikevinˊ
24 ÇILE, 2026   17:19
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê  karwana gelê bajarên Dirbêsiyê, Amûdê û Qamişloyê yên tev li berxwedana xelkê Hesekê bûne bi moral û heycaneke mezin hatin pêşwazîkirin.

Di pêşwazîkirinê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Hesekê” hatin berzkirin.

Di pêşwazîkirinê de li ser navê YPJˊê fermandar Viyan Adar axivî, helwesta gelê Kurd ê li Kurdistan û Ewropayê û piştevaniya wan ji Rojava re silav kir.

Viyan anî ziman ku tiştê bi serê herêmê de hatiye komploya li dijî Rojava û şoreşa wê ye û destnîşan kir ku Koalîsyona Navneteweyî ku bi wan re şerê li dijî çeteyên DAIŞˊê dikir, niha bi hikumeta demkî ya xwedî paşxaneya cîhadîst re dixebite.

Li ser navê bajarê Qamişloyê, hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan axivî û diyar kir ku îro roja yekitiya Kurdên li Kurdistanê û li her derê lê ne ye.

Bi navê xelkê bajarê Amûdê welatî Leyla Selman kêfxweşiya xwe bi hevgirtina Kurdan ji berxwedana Rojava re anî ziman û got: "Rojava dê wek her carê bi ser bikeve û nakeve."

Welatî Edle Misto jî li ser navê gelê Dirbêsiyê got tu kes nikare vîna Kurdan bişikîne, yekitiya Kurdan dikare tevahî êriş û komployan têk bibe.

Yek ji ciwanên Başûrê Kurdistanê Şehba Haşim jî got ew ji bo parastina Kurdan li vir in.

Dûre bi sedan erebe li nava kolan û taxên Hesekê geriyan.

(fr)

ANHA