QSD: Di êrişa drona xwekuj a li Çilaxa de 2 şervanên me birîndar bûn

QSDˊê daxuyand ku di êrişa droneke xwekuj a çeteyên hikumeta demkî li dijî gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxayê de 2 şervan birîndar bûn û dronek hat xistin.

QSD: Di êrişa drona xwekuj a li Çilaxa de 2 şervanên me birîndar bûn
24 ÇILE, 2026   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Dmeokratîk (QSD) ragihand ku di binpêkirineke nû ya agirbestê de, çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi droneke xwekujî êrişî gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxa kir, di encamê de 2 şervan birîndar bûn.

Navendê diyar kir ku şervanên QSDˊê dronek jî li asîmanê herêmê xist xwarê.

(fr)