ˋHakan Fidan tenê ji bo tehrîkkirina li dijî QSDˋê serdana Şamê kiriyeˊ

Siyasetmedarê Sûriyeyî û hevserokê Nivîsgeha Şêwirmendiyê ya MSD'ê Riyad Derar destnîşan kir ku serdana wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker ji Şamê re di çarçoveya hewldanên Tirkiyeyê yên bênavber ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSDˋê de hate kirin.

ˋHakan Fidan tenê ji bo tehrîkkirina li dijî QSDˋê serdana Şamê kiriyeˊ
22 kanûn, 2024   22:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Sûriyeyî û hevserokê Nivîsgeha Şêwirmendiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar li ser rûpelên xwe yên medyaya civakî diyar kir ku ji serdana wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê aşkera dibe ku ew tenê ji bo sorkirin û tehrîkkirina li dijî QSDˋê hatibû û piştgiriyê ji bo şerê li dijî QSDˋê bi dest bixe. Hakan Fidan bi xwe bersiva xwe jî da, ku ew bi hêvî ye QSDˋê helwesteke dijber nîşan nede.

Derar wiha domand: "Ev jî diyar dike ku Ehmed El Şeri tu piştgirî nedaye Fidan. El Şeri dixwaze bi hemû aliyan re bicive û li wan guhdar bike. Ev jî daxwaza QSD'ê ye. QSD jî her tim dibêje çekên wê ji bo terorê hene û ew li dijî terorê hevkarê Koalîsyona Navneteweyî ye ku Tirkiye ne aliyek wê bû. Ji wê zêdetir Tirkiyeyê her tim li ser sînorê xwe teror teşwîq dikir.

Derar wiha li gotina xwe zêde kir: "QSDˋê weke her tim dibêje, dema lihevkirin çêbe, ew ê bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê."

Derar bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku dev ji tehrîkkirina li dijî QSD'ê berde û got: "Em dixwazin dewleta Tirk nebe aliyekî tehrîkkirinê."

(mh/fr)