Li Derayê goreke din a komî hat dîtin

Piştî ketina rejîma Beşar Esed, ev gora komî ya 5'an e ku tê dîtin. Ev gor li gundewarê bajarê Derayê yê Sûriyeyê hatiye dîtin.

Li Derayê goreke din a komî hat dîtin
22 kanûn, 2024   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku şêniyên bajarokê Qerfa yê gundewarê bajarê Derayê goreke komî li deşta bajarok dît. Di gorê de di nav de jin û zarok cenazeyên 93 sivîlan hene. 

Li gorî agahiyên SOHR'ê û mikurhatinên hin endamên "îstixbarata leşkerî" ya rejîma berê, hemû cenaze bi saxî hatibûn şewitandin.

Ji ketina rejîma Beşar Esed ve, ev gora komî ya 5'an e ku tê dîtin. Hejmara cenazeyên di 5 goran de gihîşt 255'an.

(mh/fr)