ˋEm li hember her metirsiyek li ser hebûna xwe amade neˊ

Şêniyên Dêrikê girîngî da sekna li kêlka YPJ û QSDˊê, berdewama têkoşîna li ser metoda şehîdan û got ew ji bo parastina herêmê, nasnameya Kurdî li dijî her metirsiyekê amade ne.

ˋEm li hember her metirsiyek li ser hebûna xwe amade neˊ
ˋEm li hember her metirsiyek li ser hebûna xwe amade neˊ
ˋEm li hember her metirsiyek li ser hebûna xwe amade neˊ
ˋEm li hember her metirsiyek li ser hebûna xwe amade neˊ
30 ÇILE, 2026   02:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rojava şermezar kirin.

Welatiya bi navê Leyla Elî anî ziman ku bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişên çeteyên hikûmeta demkî li ser Rojava hevkariyeke nerasterast e.

Leyla destnîşan kir ku, ew bi xaka xwe ve girêdayî ne, parstina deverên xwe dikin û rê nadin kes zirarê bigihîne wan.

Jina ciwan Îlem Murad jî da zanîn ku pêwîstî bi sekna li kêleka YPG û YPJ'ê heye, li ser şopa şehîdan, bi taybetî şehîd Arîn Mîrkan, têkoşînê bidomînin.

Îlem destnîşan kir ku îlhamgirtina fikra berxwedanê hêzê dide gel ku berdewam bike û li ser piyan bimîne.

Welatî Şaban Faris jî diyar kir ku qonaxa niha ji bo diyarkirina rewşa gelê Kurd pir girîng e, ji bo avêtina gavên pratîkî û dîrokî ya îspatkirina nasnameya Kurd li Rojava û parastina destkeftiyên Şoreşa şefeqa azadiyê derfetek e.

Faris di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gel ji bo parastina destkeftiyên şehîdan di amadebeşiyê de ye Ev ruhê yekitiyê ku hatiye avakirin, ji bo parastina herêmê hêz e.

(ac/fr)

ANHA