ˋDivê rêz ji vîna Sûriyeyan re were girtinˊ

Hikumeta Iraqê der barê geşedanên li Sûriyeyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de girîngî ji bo rêzigrtina ji îradeya azad a tevahî gelê Sûriyeyê û sazkirina destûreke pirreng hat dayîn.

ˋDivê rêz ji vîna Sûriyeyan re were girtinˊ
8 kanûn, 2024   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hikumeta Iraqê Basim El Ewadî der barê geşedanên dawîn li Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta Iraqê rewşa Sûriyeyê dişopîne û ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê bi aliyên navneteweyî û dewletên nêzîk re di têkiliyê de ye.

El Ewadî teqezî bi girîngiya rêzgirtinê ji îradeya azad a tevahî gelê Sûriyeyê re û parastina yekbûna xak û serweriya Sûriyeyê da.

El Ewadî destnîşan kir ku pêwist e diyalogeke navxweyî li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyî were birêvebirin û destûreke pirreng ku tê de mafên mirovî û sivîl ên gelê Sûriyeyê werin parastin, were sazkirin.

El Ewadî diyar kir ku pêwîst e tu alî destwerdanê di kar û barên hundirîn ên Sûriyeyê de nekin ji ber ku ew ê encamên xerab bi xwe re bînin.

(mh/fr)