Careke din pira Qereqozaqê hat bomebarankirin

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker careke din derdora pira Qereqozaqê ya di navbera kantonên Firat û Minbicê de bombebaran kir.

Careke din pira Qereqozaqê hat bomebarankirin
8 kanûn, 2024   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê wergirtine, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker 3 car in pira Qereqozaqê ya di navbera çemê Firatê de ku kantonên Firatê û Minbicê digihîne hev hedef digire.

Der barê hûrgiliyên bombebaranê de tu agahiyên zelal bi dest neketine.

Beriya niha, saet 6ˋê êvarê jî balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 2 caran pir hedef girt.

Li aliyekî din jî şervanên Meclisa Leşkerî yên Minbic û Babê li bajarê Minbic û gundewarên wê bersiva çeteyên dewleta Tirk a dagirker didin. Şervanan bi dehan çete kuştin û birîndar kirin.

(fr)

ANHA