ˋDivê komîsyon ji bo dîtina Rêber Apo gavên cidî biavêjeˊ

Gelê bajarê Kobanê diyar kir ku destên tarî dixwazin pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin lewaz bikin, lê helwesta gelên azadîxwaz ji bo vê pêvajoyê cuda ye. Kobaniyan diyar kir ku "Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û divê ev komîsyon gavên cidî biavêje û bi Rêber Apo re bicive."

ˋDivê komîsyon ji bo dîtina Rêber Apo gavên cidî biavêjeˊ
22 cotmeh, 2025   05:10
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Gelê Kobanê têkildarî astengiyên li pêşiya civandina "Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Netewî" bi Rêber Abdullah Ocalan re axivî.

Welatî Şervan Mislim girêdayî mijarê anî ziman ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê di destpêkê de pêvajoya aştiyê pêşwazî kirin û got: "Lê niha di nava AKP û MHPˊê de pirsgirêk hene. Ji ber vê yekê dixwazin ev komîsyona ji bo hevdîtinan bi Rêber Apo bikin hatibû avakirin, baş kar neke û vê komîsyonê lewaz bikin. Ji ber ku ew naxwazin aştî li cîhanê pêk were, lewma li pêşiya komîsyonê dibin asteng. Divê têkiliyên hundirîn werin çareserkirin. Heta niha em dibînin ku tenê şandeya DEM Partî û parêzer hevdîtinan bi Rêber Apo re dikin. Lê ev yek têrê nake. Hikumet û parlemant divê gavên pratîkî û cîdî biavêjin û baş bixebitin, da ku gel ji şer û komkujiyan xilas bibe."

ˋHÊZ Û ÎSRARA XWE JI BO AŞIYÊ XURTIR BIKINˊ

Şervan Mislim di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ku ew bi hêvî ne ku vê pêvajoyê bi îsrar bibin serî û got: "Baweriya me bi vê pêngavê heye. Lê heger aliyên din bi rastî gavên cidî neavêjin, em ê bi hemû hêza xwe ji bo aştiyê li ber xwe bidin û pêvajoyê bi ser bixin. Ji ber ku mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Em ê heta dawiyê hêz û îsrara xwe xurtir bikin, ku Rêber Apo bi fizîkî azad bibe".

Li aliyekî din jî Hesen Ebdo da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û diyar kir ku: "Dewleta Tirk heta niha dudilî ye û li gorî pêvajoya aştiyê  gavên cîdî neavêtine û nahêle komîsyon jî gavan biavêje. Ew kesên ku nahêlin hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin, dixwazin mafê gelê Kurd were binpêkirin".

Ebdo destnîşan kir ku divê hemû gel, bi taybet gelê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê asta berxwedan û rêxistinbûna xwe xurtir bikin û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Rêber Apo di 27’ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Armanc jî aram misoger bibe û şer raweste. Lê kesên ku berê pêvajoyên aştî asteng dikirin, niha jî dixwazin vê pêvajoyê têk bibin. Divê parlemantoya Tirkiyê gavên cidî biavêjê, ji ber ku heta niha komîsyon dereng maye û gav neavêtine û karê wê lewaz e".

Egîd Nasiro jî destnîşan kir ku divê komîsyona parlemantoya Tirkiyeyê bi lez bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: "Rêber Abdullah Ocalan di ˋManîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ˊ a dawî de bi awayekî zelal hemû rê û rêbazên aştî û civaka demokratîk dan nîşandan. Divê hemû kes ji bo aştî û çareseriyê, ramanên wî bixwîne".

Nasiro ragihand ku dewleta Tirk her tim vê pêvajoyê bi pirsgirêkên Sûriyeyê ve girê dide û mafên gelê Kurd binpê dike. Tê xuyakirin ku komîsyona ku hatiye avakirin hewl dide ku bi Rêber Apo re hevdîtinên rast pêk neynin. Divê ev hevdîtin bi lez û bi bawerî werin kirin.”

Nasiro di dawiyê de got: “Kesên ku li pêşiya vê pêvajoyê dibin asteng, wan têgînên kevn bernadin. Divê berê wê daneya rastî were, ji ber ku mifteya çareseriyê bi hevdîtin û bi baweriyê dest pê dike.”

(fr)

ANHA