Li Qamişloyê Kargeha Nivîsandina Şanoyan

Komîna Şano ya Kantona Cizîrê û Koma Şanoya Çiya ji zêdetirî 20 keç û xortan re perwerdeyek li ser çawaniya nivîsandina şanoyan ji bo 7 rojan da destpêkirin.

Li Qamişloyê Kargeha Nivîsandina Şanoyan
Li Qamişloyê Kargeha Nivîsandina Şanoyan
Li Qamişloyê Kargeha Nivîsandina Şanoyan
Li Qamişloyê Kargeha Nivîsandina Şanoyan
21 cotmeh, 2025   19:21
QAMIŞLO

Komîna Şano ya kantona Cizîrê û Koma Şanoya Çiya, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê, bi navê "Bibe dengvedana kêfxweşî û azarê xwe" Kargeha Nivîsandina Şanoyan, ji bo perwerdekirina keç û xortan da destpêkirin. Zêdetirî 20 keç û xortan perwerde dibin.

Perwerde di 21'Cotmehê (2025) de hat destpêkirin, û wê 7 rojan dewam bike. Di rojê de 2 saet û nîv perwerde tê dayîn.

Beşdarên perwerdeyê ji endamên Komîna Şano ne û hin jî nû tev lê bûne.

Di perwerdê de girîngiya şano, bingehên şanoyê û çawaniya nivîsîna wê tê şîrovekirin.

Piştî perwerde bi dawî bibe, wê kesên perwerdeyê dibînin hin xebatan bidin destpêkirin, lê ew xebat nehatin diyarkirin.

(fk/fr)

ANHA