‘Bikaranîna çekan di cihên giştî û şahiyan de qedexe ye’

Bi zêdebûna welatiyên ku ji ber guleavêtina bêserûber di nava salekê de birîndar bûne, Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê giştînameyek derxist. Di giştînameyê de tedbîrên giran der barê bikaranîn û hilgirtina çekan de hatin girtin.

‘Bikaranîna çekan di cihên giştî û şahiyan de qedexe ye’
6 kanûn, 2025   06:05
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Têkildarî zêdebûna kesên ji ber avêtina guleyên bêserûber birîndar dibin, di nav de zarokekî sal û nîvek derbas nekiriye ku di boneyeke civakî de bû birîndar bû, Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê bi rêya giştînameyeke fermî tedbîrên qanûnî yên taybet ji bo birêxistinkirina çekan derxistin. Di giştînameyê de hat diyarkirin ku gerandina bi çekan qedexe ye, bikaranîna çekan di cihên giştî û şahiyan de qedexe ye.

GIŞTÎNAMEYA NÛ GAVEK BER BI DÎSPLÎNKIRINA ÇEKAN Û BIDAWÎKIRINA KARESETAN VE YE

Di giştînameyê de hat diyarkirin ku ruxset tenê ji bo rahiştina çekan di cihên giştî de ye, lê avêtina guleyan di bone û şahiyan de qedexe ye, gera bi çekan an jî aşkerakirina wan qedexe ye, veguhastina çekan an jî firotina wan bi awayekî derqanûnî muxalif e, yekser çek ji xwediyê wê tê kişandin û hesab jê tê xwestin.

HER GULEYEK BÊSERÛBER DIKARE BIBE KARESATEK

Endama Rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Qamişloyê Jiyan Etê girêdayî mijarê da zanîn ku diyardeya avêtina guleyan bi awayekî bêserûber gefan li jiyana sivîlan dixwe û got: "Par, ji ber avêtina guleyên bêserûber bi dehan birîndarî, çêbûn. Dibe ku guleyek bêserûber jiyanekê bidawî bike."

Jiyanê diyar kir ku Asayîşê di boneyan de dewriyeyên xwe zêde kirine û da zanîn ku kesên muxalifê bikin wê tedbîrên tund li dijî wan bigirin. Jiyanê anî ziman ku "Piştî hewlên ewlehî û hişyariyê yên zêde ev diyarde kêm bûye, lê em ê hesab ji her kesên bêserûber guleyan biavêjin bixwazin."

Jiyan Etê diyar kir ku di mehên dawîn de gelek çek hatin desteserkirin û cezayên darayî ku digihîjin mîlyon lîreyî, li kesên ku muxalefe kirine hatin birîn.

ŞAHIYÊN ME DIBIN METIRSÎ

Şêniya bajarê Qamişlo Neşîme Xudêdan tirsa xwe ji ber vê diyardeyê anî ziman û got: "Em nizanin gule ji ku û kengî tên. Di demeke nêzîk de keçeke 15 salî bi giranî birîndar bû. Em naxwazin zarokên me bi van guleyan jiyana xwe ji dest bidin û divê em yek were bidawîkirin."

Neşîme wiha domand: "Divê her kesê ku guleyan bêserûber dibarîne berê xwe bide qadên şer, cihê xwe li gel şervanan bigire. Ne di mala xwe de, di nav çar dîwaran de xwe bi hildana çekê xwe bibîne û bêserûber guleyuan biavêje."

JI BO PARASTINA CIVAKÊ EM HILGIRTINA ÇEKAN BI RÊXISTIN DIKIN

Cîgira hevserokatiya Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê RobarIya Hisên da zanîn ku ev giştînam: "Çek amûra berpirsiyariyê, ne ya gefê ye. Armanca me parastina civakê û bidawîkirina karesatan e."

Robariya Hisên got ku deste ger û dewriyeyên xwe yên hişyariyê didomîne û da zanîn ku tevgerîna li gorî ruxsetan û nûkirina wan berpirsiyariyeke qanûnî li ser hemûyan e.

DIYARDEYEK KU GEFÊ LI JIYANA SIVÎLAN DIXWE

Jiyan Etê anî ziman ku ji ber gulebarandina bêserûber di salekê de bi dehan welatî birîndar bûn, ji wan zarokekî biçûk ku temenê wî sal û nîvek derbas nekiriye.

Jiyan Etê bang li welatiyan kir ku bi hêzan re hevkar bin, li ser muxalefeyan agahiyê bidin û pabendî giştînameyê bin.

(mh/fr)

ANHA