ˊHilbijart dê bi serkeftinê tacîdar beˊ

Şêniyên kantona Dêrazorê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên dawîn, dixwaze projeya neteweya demokratîk û jiyana aştiyane ya di navbera gelan de û hilbijartinan têk bibe. Lê şêniyan destnîşan kir ku hilbijartin dê bi serkeftinê tacîdar be.

ˊHilbijart dê bi serkeftinê tacîdar beˊ
4 hezîran, 2024   05:06
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hedefgirtina herêmê bi balafirên bêmirov û topavêjan didomînin. 31`ê Gulanê balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundên Til Hemîsê, bombebaran kirin. Di encamê de 4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûn û 12 kesên din birîndar bûn ku di nav de jin û zarok hene.

Her wiha tîmên Heyva Sor a Kurd li dora bajarê Qamişloyê kirin hedef. 2`yê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundewarê Qamişloyê tobparan kir. Di encamê de agir bi zeviyên cotkaran ket û bi dehan hektar zevî şewitîn û tîmên agirkujiyê û destwerdana lezgîn ên çûbûn şewatê vemirînin, topbaran kirin.

Şêniyê bi navê Ewad El Enter ji şêniyên bajarê Dêrazorê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê û sivîlan li dijî mafên mirovan, mafên tevlêbûna siyasî di avakirina civakê de, ne.

ˊTEVLÊBÛNA HILBIJARTINAN BEŞDARBÛNA DI AVAKIRINA CIVAKÊ DE YE ˊ

El Enter bang li gelê herêmê kir ku tev li hilbijaritnan bin û diyar kir ku tevlêbûna hilbijartinan beşdarbûna avakirina civakê ye, erk û mafê her kesî ye.

Her wiha El Enter êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew êriş vîna gelên herêmê dike û ji bo wan, hilbijartin gaveke cidî ber bi bidestxistina demokrasiyê û vegerandina rewabûna siyasî ye û wiha pê de çû: "Hilbijartin ji gelên herêmê re firsendeke ji bo ku nûnerên xwe hilbijêrin û siberoja welatê xwe bi awayekî azad û demokratîk diyar bikin."

El Enter di dawiyê de got: "Dewleta Tirk ji serketina hilbijartinan ditirse. Ji ber wê êriş dike. Serkeftina hilbijartinan, dê bi xwe re gelek guhertinan bîne. Dibe ku ev guhertin siyasetên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê biguhere."

Şêniyê bi navê Mesûd El Ehmed jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: "Domandina van êrişan, li ser ewlehî û aştiya li herêmên me xetere ye û em wan bi tundî red dikin."

El Ehmed wiha domand: "Em baş dizanin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze projeya neteweya demokratîk û jiyana aştiyane ya di navbera gelên herêmê de û hilbijartinan têk bibe."

El Ehmed bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bikin, ji bo ku êrişên dewleta Tirk rawestînin.

ˊHILBIJARTIN DÊ BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BINˊ

Şêniya bi navê Ayde El Colan jî got: "Tevlêbûna me di hilbijaritnan de, ji dewleta Tirk a dagirker re peyameke diyar e. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide hilbijartinan reş bike û xuya bike ku rêveberiya herêmê nikare hilbijartinan li dar bixe yan jî xwe bi xwe, xwe birêve bibe."

Ayde wiha domand: "Em ê îdiayên dewleta Tirk vala derxin. Em ê îsbat bikin ku dikarin tev li hilbijaritnan bin. Ruxmî fişar û propagandaya li dijî herêmê, lê em ê rêya xwe berdewam bikin."

Ayde di wê baweriyê de ku hilbijartin bi ser kevin û wiha pê de çû: "Em ê ji wan re îsbat bikin ku em dikarin herêmên xwe di aliyên siyasî û ewlehiyê de bi rê ve bin. Em ê bi hêz û vîna xwe, vê pêvajoyê derbas bikin. Em ê projeya Rêveberiya Xweser bi ser bixin, ji ber ku rêveberiya me ye û nûnertiya me dike."

Ayde di dawiyê de got: "Rêveberiya Xweser, bi derfetên xwe gelê herêmê ji koletiyê xilas kir. firsendek jê re çêkir ku nêrîna xwe rave bike û kesê guncew di cihê guncew de hilbijêre. Em ê ji wan re îsbat bikin ku hilbijartinên me dê li dar kevin. Tevî êş û zehmetiyan, em ê ji nû ve ji berê bi hêztir û serkeftîtir kar bikin."

(şx)

ANHA