Li Zanîngeha Rojava afirîneriya elektro-mekanîk

Ehmed, Diyar û Solîn bi çêkirina robotekî axiver ê bi navê "ASTRO" ber bi afirîneriya teknolojî ve pêş dikevin. Ew hersê ciwan aliyê lêkolîna zanistî û akademî ya Zanîngeha Rojava ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixin pêş.

Li Zanîngeha Rojava afirîneriya elektro-mekanîk
4 hezîran, 2024   07:35
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Solîn tevî hevalên xwe Ehmed û Alan di fakulteya mekatronîk a Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo de sala sêyemîn dixwînin û ber bi derçûnê ve diçin. Wan bi tecrûbeyekê û li gorî xwendina xwe robotekî axêver ê bi navê "ASTRO" ku ew yekemîn e li ser asta herêmê ye, çêkir.

Ew hersê xwendekar li derdora robot (projeya wan a derçûnê) dicivin û pirsên wek "Tu çawa wî? Tu ji ku derê yî? Navê te çi ye? Biçe, raweste" jê dikin. Robot jî bersiva wan pirsan dide û li gorî fermanan bersivê tev digere.

Ehmed Hesam (23) ê ji bajarê Dêrikê ji ajansa me re li ser makanîzma xebitîna robot wiha axivî: "Makanîzma xebitîna wî û pêkanîna erkan li ser esasê îşaretên dengê yên ku ew werdigire."

NERMALAVA ROBOTÊ AXÊVER

"ASTRO" ji gelek parçe û hêmanan pêk tê. Ya herî sereke jî "Raspy" ye, ku ew wek ku Ehmed diyar kiriye "mejiyê robot" e. Ehmed got: "Robot li gorî zimanê 'python' (ku ew jî di pratîkên toran, zanista agahiyan û fêrbûna otomatîk de tê bikaranîn) hatiye çêkirin. Beşa bermecî (nermalav) jî di robot de beşek girîng e. Em nêzî 2 mehan li ser wê xebitîn. Her wiha em li ser aliyên elektronîk û mekanîkî jî xebitîn nexasim betarî ku çavkaniya enerjiya robot e."

Diyar Mihemed (21) ê ji Çilaxa got: "Mîkrofonê di robot de dengan werdigire, îşareta dengê diçe 'Raspy' û ew jî wê îşaretê vediguhezîne nivîsa 'Arduino' (tabloyeke elektronîk e) ew jî erk diyar dike. Eger deng pirs be, robot bersivê dide û eger fermana karekî be robot dilive û li gorî xweajotinê erkê xwe pêk tîne."

ERKÊN JIYANÎ YÊN 'ASTRO'

Diyar destnîşan kir ku gelek erkên jiyanî yên "ASTRO" hene; wek alîkarê taybet ê mirov nexasim kesên ku nexweşiyên derûnî bi wan re hene. Her wiha ew ji bo fêrbûna zimanekî yan jî kirina karekî li dikanên bazirganiyê tê bikaranîn.

Diyar da zanîn ku "ASTRO" ji bo 100 pirsên bi zimanê Îngilîzî hatiye amadekirin û dema ku digere jî astengiyan ji dûriya 20 cm ve dibîne û li gorî wê rêya xwe diguherîne.

ˊASTENGÎ Û ZEHMETÎˊ

Solîn Îsmaîl (20) a ji Rimêlanê li ser astengiyên ku li pêşiya wan derketine wiha axivî: "Hin hêman nehatin peydakirin, her wiha hin tiştên teknîkî û bername li Sûriyê hatine qedexekirin. Mînak, sensorê ku 360 pileyan dibîne li herêmê nehat peydakirin. Ji ber wê em neçar man ku em sensorê 30 pileyan bi kar bînin."

Solîn wiha domand: "Di zekaya çêkirî de zimanê Kurdî tune ye û toreke taybet bi zimanê Kurdî ya xwendina agahiyan û fêrbûna otomatîk tune ye. Ji ber wê jî xebata bi salan li ser zimanê Kurdî di vî alî de pêwîst e."

Solîn hêvî kir ku ew robotê sererast bikin û tiştan lê zêde bikin wek zêdekirina destan da ku bikare tiştan hilgire.

Di dawiya axaftina xwe de Solîn got: "Derfetên kar ên beşa me li herêmê kêm in. Di aliyê teknolojî de zehmetî li herêmê hene û şîrketên ku di vî alî de dixebitin jî kêm in."

(mh)

ANHA