ˊEm ê planên komplogeran têk bibinˊ

Beşên civakê yên kantonên Reqa û Dêrazorê diyar kir ku hewldanên dewletên komploger û dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê werin têkbirin û got: "Ji ber ku em li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan dimeşin û em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li ber xwe bidin."

ˊEm ê planên komplogeran têk bibinˊ
21 adar, 2024   04:26
REQA

Çalakî û bertkên gel ên şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dewam dikin. Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetên dewleta Tirk û êrişên wê li dijî herêmê dikevin xana qirkirina gelên azadîxwaz.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Hîbe Mihemed axivî û wiha got: "Armancên dewletên komploger û dewleta Tirk a dagirker ji tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi armanca têkbirina vîna gelên azadîxwaz e."

Hîbe wiha domand: "Tirsa van dewletan ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan ku dê hikumetên wan têk bibin û planên wan ên mêtingeriyê bi bin bixin, nîşaneya mezin a berdewama ferzkirina tecrîdê ye."

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Ebdullah Îbrahîm ê ji Reqayê axivî û wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker û dewletên komploger fikrên Rêber Abdullah Ocalan û perspektîfên wî neyên belavkirin û negihînin gelên azadîxwaz."

Îbrahîm wiha domand: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo krîzên li Rojhilata Navîn bi giştî çareserî ne û rêya yekane ya xelasiya ji zulm û binpêkirinên rejîmên kapîtalîst e."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatme Mihemed wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşaneya metirsiya wê ji projeya neteweya demokratîk e ku banga edalet û wekheviya di navbera gelan de dike. Ji lew re tecrîdê giran dike."

Fatme wiha pê de çû: "Bi hevgirtinê em ê planên dijminan têk bibin û em ê di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de tê bikoşin."

Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarê rojavayê Dêrazorê Elaa El Seîd axivî û got: "Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ruxmî bangên gel û girse û heta bangên neteweyî berdewam in. Dewleta Tirk bi israr e mafên mirovan û mîsaqên navneteweyî bi pê bike."

El Seîd wiha anî ziman: "Divê em hevgirtî bin, zana bin û li dijî şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne bibin yek."

(fr)

ANHA