Ji pîrozbahiya şeva Newrozê: Pîrozbahiyên bê dê bi Rêbertî re bin

Beşdarên şahiya pêxistina agirê Newrozê li Helebê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî ji wan dûr e, lê xisletên wî di dil û mejiyên wan de ye û ew dev ji berxwedanê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bernadin.

Ji pîrozbahiya şeva Newrozê: Pîrozbahiyên bê dê bi Rêbertî re bin
21 adar, 2024   06:40
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê agirê Newrozê ji bo pêşwazkirina şahiya mezin ku dê sibe li dar bikeve, pêxistin û diyar kir ku agir heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan venamire.

Cîhan Îsa ya ku beşdarî pîrozbahiya li Cebanat a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê bûye got: "Em li vir Newrozê li gel Kurd û tevahî cîhanê pîroz dikin."

Cîhan wiha domand: "Me hêvî dikir Rêberê me di nav me de be. Lê bila dijmin baş bizane çiqas hewl bidin vîna me bi dîlgirtina Rêberê me yan jî bi rêbazeke din bişikînin, em dev ji hilbijêra berxwedanê bernadin. Ev cejn ji berê de adat û kevneşopiyên me ne. Ji bo me rojeke pîroz e û em ê her sal agirê xwe pêxistî bihêle û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me li qadan bin."

Wîsal Ebdo jî Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got: "Dê bi hevgirtina me Newroza îsal bibe rizgariya Rêberê me û em ê dagirkeriyê li Efrînê û herêmên dagirkirî têk bibin."

Gulistan Xelîl a ku beşdarî şahiya li Qada Şehîdan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûd bûye got: "Rêbertî di vê şahiyê de ne bi me re ye, lê di dilên me de û bi têkoşîna me re ye û heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî em dev ji berxwedanê bernadin."

(fr)