ˊDê fermandar Zelal Zagros di dîroka têkoşîna jinan de meşaleyek beˊ

Meclisa Jinan a PYDˊê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya sûcê qetilkirina fermandar Zelal Zagros şermezar kir û got dê şehîd di dîroka têkoşîna jinan de meşaleyek ronîdar be.

ˊDê fermandar Zelal Zagros di dîroka têkoşîna jinan de meşaleyek beˊ
ˊDê fermandar Zelal Zagros di dîroka têkoşîna jinan de meşaleyek beˊ
19 ÇILE, 2024   16:58
HESEKÊ

Di çarçoveya bertekên şermezarkirinê yên qetilkirina têkoşer û fermandar Zelal Zagros li Kerkûkê de Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li pêş navenda xwe ya li taxa Kebabe ya li Hesekê bi beşdariya endamên meclisê û rêxistinên jinan daxuyaniyek da. Endama rêvebera meclisê Samiye Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin Meclisa Jinan a PYDˊê van sûcên li dijî jinan bi taybet li dijî jinên çalakger ên siyasetmedar şermezar kirin, her wiha hêzên li dijî projeya jinan disekinin jî şermezar kirin. Meclisê di daxuyaniyê de anî ziman ku ew ê tolê ji her kesên hewl didin nasnameya jinan biçewisînin hilînin û soza şopandina rêça şehîdan û parastina mîrasa wan da.

MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê li pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi beşdariya endamên meclisê, endamên rêveberiyê, komîte û saziyên girêdayî wê, meclisên sivîl ên kantonê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û partiyên siyasî daxuyaniyek da. Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Ruweyde Hinêzil daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin hêza jinê rûyê rastîn ê hêzên destpot û hegemoniya desthilata baviksalariyê derxist holê, ji lew re ew hêz şerê jinan dikin û bi hemû rê û rêbazan hewl didin nasnameya jinan têk bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin jinên Minbic û gundewarên wê vê sûca hovane li dijî jinê li ku derê dibe bila be şermezar dikin, şehîd Zelal bi rêya têkoşîna xwe ya 32 salan sembola jina têkoşer bû û dê di dîroka têkoşîna jinê de meşaleyek ronîdar be.

(fr)

ANHA