ˈGerîla Kurdistanê diparêze, PDKˈê xiyanetê dike`

Şêniyên ji bajarê Amûdê gotin gerîlayên azadiyê Kurdistanê diparêzin lê PDKˈê xiyanetê dike û Başûrê Kurdistanê firotiya dagirkeran. Şêniyan got dê dawî li xeta xiyanetê bînin.

ˈGerîla Kurdistanê diparêze, PDKˈê xiyanetê dike`
22 cotmeh, 2024   04:10
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Şêniyên ji bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê bertek nîşanî PDKˈê da ku di êrişên dagirkirinê de tevkariya dewleta Tirk a dagirker dike û xiyanetê li Kurdan dike.

Şêniya bi navê Ezîze Hec Cûlî  tevkariya PDKˈê ya bi dewleta Tirk a dagirker re wekî ˈXiyaneta herî mezinˈ bi nav kir. Ezîze anî zimam ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê jî bi besteka PDKˈê tên kirin û got: " Yên bi dewleta Tirk re êriş pêşengên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, xayîn û ajan in. "

Eîze Hec Çûlî anî ziman ku dê welatê xwe ji xayîn û dijminan biparêzin û ev peyam da "Îradeya me naşkê. Em ê pêkhateyên herêmê xwişk û bira ne. Em ê welatê xwe ji xayîn û neyaran biparêzin û dawî li xayînan bînin."

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Dawê jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayan û tevkariya PDKˈê ya di van êrişan de û got: "Dewleta Tirk a dagirker şerê gerîlayên PKK`ê yên ku Herêmên Parastinê yên Medyayê diparêzin dike. PDK`ê  jî li ser axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan xiyanetê dike."

Dawê bang li PDK`ê kir ku dev ji xiyanetê berde. Her wiha bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî xiyanetê rabin û wiha domand: "Em ê li hember xiyanetê bisekinin heta ku PDK`ê dev ji vê xetê berdide."

Civîn Hebîb jî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirekr ji dema osmaniyan ve hewl dide bi rêya xayînan armancên xwe pêk bîne û got: " Niha jî careke din destê xwe dide dewletên din da ku armancên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bîne."

Şêniya bi navê Zekiye Derwîş jî got: "Em şerm dikin bêjin PDK`ê partiyeke Kurd e. PDKˈê Başûrê Kurdistanê firote dewleta Tirk a dagirker ku bi dehan baregeh tê de ava kirin."

Zekiye di dawiyê de wiha axivî: "Şerm e PDK`ê wisa dike. Divê dev ji xiyanetê berde."

(şx)

ANHA