El Sindawî: Tu kadroyên tevgera me li Şamê nehatine hedefgirtin

Nûnerê tevgera "El Cîhad El Îslamî" li Sûriyeyê Îsmaîl El Sindawî destnîşan kir ku tu kadroyên tevgerê yan jî sekreterê wê yê giştî Ziyad El Nexalê li Şamê di êrişa hewayî ya Îsraîlê de nehatine hedefgirtin.

El Sindawî: Tu kadroyên tevgera me li Şamê nehatine hedefgirtin
21 cotmeh, 2024   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

El Sindawî ji tora Rûsyayê re ragihand ku tu kadroyên tevgera "El Cîhad El Îslamî" bi taybetî sekreterê wê yê giştî Ziyad El Nexalê nehatin hedefgirtin.

Torê diyar kir ku heta niha tenê hatiye zanîn ku kesek hatiye kuştin, li nêzî erebeyê jî karta leşkerî ya leşkerekî Sûriyeyê hatiye dîtin û tu agahiyên fermî tune ne.

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê ragihandibû ku êvarê li taxa Mezê ya Şamê erebeya ku tê Ziyad El Nexalê hebû, hedef girt.

Çavkaniyeke leşkerî ya hêzên Şamê jî da zanîn ku di êrişê de 2 sivîl hatin kuştin û 3 din birîndar bûn û zirarên madî bi milkên welatiyan bûn.

(mh)