ʹŞerm e peyva Kurdistanê di nava PDKʹê de hebeʹ

Jinên ji bajarê Çilaxa hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re wekî xiyaneta mezin bi nav kir û got: "Şerm e peyva Kurdistan di navê PDK'ê de hebe, ji ber ku PDK bi dijminan re li dijî Kurdan û Kurdistanê û projeya biratiya gelan şer dike."

ʹŞerm e peyva Kurdistanê di nava PDKʹê de hebeʹ
23 cotmeh, 2024   03:40
QAMIŞLO

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkariya xwe bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên wê yên li dijî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê de didomîne. PDK di vê hevkariyê de derfetên leşkerî, aborî û îstixbaratî vedike.

Jinên ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê nerazîbûna xwe li hemberî vê hevkariya bi armanca qirkirina hebûn, dîrok û çanda Kurdan nîşan da.

Meyade Remedan diyar kir ku ew tu carî helwestên PDK'ê yên li dijî doza Kurdî û projeya demokratîk qebûl nakin, ji ber ku ew helwest xizmetî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirina Kurdan.

Meyade Remedan wiha got: "PDKʹê di destê dewleta Tirk a dagirker de bûye lîstok. Çarenûs û biryarên PDK'ê di destê dewleta Tirk a faşîst de ne."

Meyade soza domandina têkoşînê da û bang li PDK'ê kir ku ji rêya xiyanetê vegere û nekeve planên dagirkeriya Tirk û got: "Kengî dewleta Tirk a dagirker armancên xwe pêk bîne, ew ê dev ji PDK'ê berde."

Firyal El Qesûm jî hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re wekî xiyaneta herî mezin bi nav kir û got: "Şerm e peyva Kurdistan di navê PDK'ê de hebe, ji ber ku ew bi dijminan re li dijî Kurdan, Kurdistanê û projeya biratiya gelan şer dike."

Firyal diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hebûna Kurdan înkar dike û armanc dike ku projeya Kurdî tune bike û projeya biratiya gelan têk bibe û got: "Ê ku bi dewleta Tirk a dagirker re, li dijî me komkujiyan pêk bîne, wekî wê sûcdarê herî qirêj e."

Etiye Hacî jî wiha got: "Berxwedana me bi yekitiya me ve girêdayî ye. Armancên me zelal in, em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin wan armancan bi cih bînin. Tu tişt me ji vê yekê dûr naxe. Ê ku li pêşiya me bisekine û destekê bide dijmin, em ê wî têk bibin."

Etiye Hacî wiha dawî li gotina xwe anî: "Gerîla rûmeta me ne. Destekdayîna wan erkekî niştîmanî û exlaqî ye. Em ê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan bimînin û serî ji dijminan û hevkarên wan re danaynin. Em li ser rêya rast destkeftiyên şehîdên xwe diparêzin û li ber xwe didin."

(mh)

ANHA