ʹRojane bi sed hezaran bermîlên petrolê ji Tirkiyeyê re tên şandinʹ

Parlementerê serbixwe yê Iraqê Ela Heyderî eşkere kir ku rojane bi sed hezaran bermîlên petrolê ji Herêma Başûrê Kurdistanê bi awayê qaçaxî ji bo Tirkiye tê şandin.

ʹRojane bi sed hezaran bermîlên petrolê ji Tirkiyeyê re tên şandinʹ
17 îlon, 2024   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerê serbixwe yê Iraqê Ela Heyderî der barê şandina bermîlên petrolê ji Herêma Başûrê Kurdistanê bi awayekî qaçaxî bo Tirkiyeyê de zanyariyên nû bi rêya ajansa Rojnewsʹê eşkere kirin.

Ela Heyderî eşkere kir ku piştî 25’ê Adara 2023’yan Dadgeha Navdewletî ya Parîsê biryara rawestandina hinardekirina nefta Herêma Başûrê Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyeyê da, tenê rêyek ji bo hinardekirina nefta Başûr mabû. Heyderî got: “Lê piştî ku rêxistina OPEC belgeyek ji wezareta neftê ya Iraqê re şand em matmayî man. Di belgeyê de tê gotin ku li gor çavkaniyên wan hinardekirina nefta Iraqê ya ji bo bazara cîhanê zêde bûye.”

Di dewamê de Ela Heyderî got: “Piştî vê belgeyê lêkolîn hat kirin û derket holê ku qaçaxî di neftê de heye û li Herêma Kurdistanê kompanyên neftê di derxistina neftê de berdewam in. Eşkere bû ku rojane 200 ta 220 hezar bermîlên neftê bi rêya tankeran bi awayek qaçax ji bo Tirkiye tên şandin.”

Di dewamê de Ela Heyderî diyar kir ku vê qaçaxbirina neftê bandorek nerênî li ser daxwaza OPEC a ji bo kêmkirina hinardekirina neftê ya bi rêya deriyên başûr re kiriye û got: “Pêwîst e hikûmeta Iraq û wezareta neftê biryarek wan a rasterast ji bo lêpirsîn û cezakirina wan kompanyên neftê yên li Kurdistanê kar dikin hebe. Ji ber ku van kompanyan destûr, yasa û lihevkirinên neftê bin pê kirine.”

Beriya niha jî Parlementerê Fraksiyona Sadiqon Hesen Salim, eşkere kiribû kompanya Kar a ku ya kesekî bi navê Şêx Baz ê PDK’yî ye, rojane nêzî 100 hezar bermîlên neftê bi qaçaxî hinardeyî ji derveyî Herêma Başûrê Kurdistanê dike.