Daîreya Têkiliyên Derve: Divê Efrîn di bin çavdêriya navneteweyî de be

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li Konseya Ewlehiyê kir ku Efrînê bixe bin çavdêriya navneteweyî.

Daîreya Têkiliyên Derve: Divê Efrîn di bin çavdêriya navneteweyî de be
17 îlon, 2024   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên di 2 rojên dawîn de li Efrîna dagirkirî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku daîreyê belge bi dest xistine ku gule li dijî xelkê gundê Kaxirê ji jin, temenmezin û zarokan hatine avêtin û lêdan hatiye bikaranîn.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî di serî de Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) û Rûsya hat kirin ku dagirkeriya Tirk li Efrînê bi dawî bikin, planên guhertina demografî rawestînin û Efrîn bixin bin çavdêriya navneteweyî.

Her wiha di daxuyaniyê de dewleta Tirk a dagirker bi astengkirina xebatên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê hat tawanbarkirin. Her wiha herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ji serçeteyên DAIŞʹê re bûne cihên ewle.

(mh)