Meşa Dirêj a ciwanan bi biryardarî di roja duyem de didome

Meşa ku ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan duh dabûn destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de li bajarê Hamm ê Almanyayê didome.

Meşa Dirêj a ciwanan bi biryardarî di roja duyem de didome
17 îlon, 2024   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurdistanî û ciwanên enternasyonalîst hate lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de ye. Ciwanan îro beriya ku li navenda bajarê Hammê dest bi meşê bikin, li pêşiya stasyona trenê ya navendî govendê gerandin û danezana ku pergala tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê teşhîr dike xwendin.

Ciwanan diyar kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û Kurdistana azad têkoşîna xwe bi biryardarî bidomîmin. Çalakiya ciwanan ji aliyê kesên derdor ve eleqeyekî mezin dît.

Di çalakiyê de belavokên derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Piştî daxuyaniyê, ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, Bê Serok Jiyan Nabe” li kolanên Hammê meşiyan.