ʹAzadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza me ya bingehîn eʹ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê di çalakiyekê de diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza wan a bingehîn e.

ʹAzadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza me ya bingehîn eʹ
ʹAzadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza me ya bingehîn eʹ
ʹAzadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza me ya bingehîn eʹ
ʹAzadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza me ya bingehîn eʹ
28 cotmeh, 2024   17:05
DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê li herêma 7 Kîlo, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de endamên tevgerê, Komîteya Ciwanan û Yekitiya Werzîşê ya kantona Dêrazorê beşdar bûn.

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantonê Elî El Elî bixêrhatina beşdaran kir û li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan axivî.

El Elî wiha domand: "Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza me ya bingehîn e."

Dûre li ser komployê, hewldanên dewletên beşdarî komployê bûne, serhildana civakê bi hemû pêkhateyên xwe û kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Çalakî bi diruşmên ʹBê Serok Jiyan Nabeʹ ûʹŞehîd Namirinʹ bi dawî bû.

(fr)

ANHA