ˋŞehîd Bêrîtan ji bo tevahî jinan sembola lehengî û azadiyê yeˊ

Gelê bajarên kantona Cizîrê û bajarê Helebê şehîd Bêrîtan di salvegera 33ˊyemîn a şehadetê de bi bîr anî û diyar kir ku "Şehîd Bêrîtan ji bo tevahî jinan bû sembola lehengî, fedakarî û azadiyê û mîrasek tije têkoşîn li pey xwe hişt."

25 cotmeh, 2025   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol, Şehdadê, niştecihên kampên koçberên Serêkaniyê û Waşûkanî şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta wê ya 33ˊemîn de li Parka 4ˊê Nîsanê ya Hesekê bi bîr anî.

Li parkê, pankartên "Li dijî dagirkerî û xiyanetê, Jin, Jiyan, Azadî", "Şoreşa ku jinê di nava xwe de nehewîne ne pêkan e bi ser bikeve" hatin daliqandin.

Di merasîmê de Koordînatora Kongra Star a bajarê Hesekê Xalîde Botî axivî û got pêwîstî bi bilindkirina têkoşînê li hember dagikerên ku siyaseta desthilatî û zihniyeta baviksalariyê dimeşînin, heye.

Li aliyê din jî Koordînatora Kongra Star a bajarê Til Birakê Ezraa El Hisên got, "Şehîd Bêrîtan bû sembola fedakarî û lehengiyê û mîrasek tijî têkoşîn û azadî ji bo tevahî jinan hişt. Ji lew re em soza şopandina rêça wê didin."

Di dawiyê de koma Gir Stêrk stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

HELEB

Girêdayî heman mijarê, Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê li bajarê Helebê bi vê boneyê bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan li Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiuyê, çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de endamên yekitiyê, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Newal Mihemed û li ser navê Yekitiya Xwendekarên Welatparêz endama yektiyê Rojiyan Hisên axaftin kirin.

Newal tevahî şehîd di şexsî şehîd Bêrîtan de bi bîr anîn û got: "Şehîd Bêrîtan veguherî nimûneya zindî ya fedakarî û îsrara li ser pransîban."

Rojiyan jî diyar kir ku fikra şehîd Bêrîtan a azad rê li pêş gele jinan vekir ku tev li şoreşê bibin.

Dûre mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin û çalakî bi diruşma "şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA