ˋŞehadeta hevrêyên me Nazim û Cîhan îsrara me ya aşkerakirina heqîqetê zêdetir dike'

Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û diyar kir ku ev êriş hewldana nixumandina sûcên ku li herêmê tên kirin. Rojnamevanan got, "Şehadeta hevrêyên me îsrara me ya aşkerakirina heqîqetê dike"

ˋŞehadeta hevrêyên me Nazim û Cîhan îsrara me ya aşkerakirina heqîqetê zêdetir dike'
22 kanûn, 2024   08:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Ji çend hefteyan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dijwar pêk tîne, bi taybetî li dijî pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê yên li başûrê bajarê Kobanê. Li hemberî wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berxwedaneke bêhempa didin meşandin û wan êrişan têk dibin.

HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANAN HEWLDANA NIXUMANDIN SÛCAN E

Dema ku her du rojnamevan CÎhan Bîlgîn û Nazim Daştan êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dişopandin di 19ˋê Kanûnê de ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin û her du şehîd bûn.

SILÊMAN EL TEWÎL: ŞEHADETA HEVRÊYÊN ME ÎSRARA ME YA AŞKERAKIRIA HEQÎQETÊ ZÊDE DIKE

Girêdayî wê, rojnamevan û nûçegihanê kenala Ronahî TV Silêman El Tewîl destnîşan kir ku şehadeta hevrêyên wî ji bo wî êşek bû û got: "Em ê bi îsrareke mezin xebatên xwe yên aşkerakirina heqîqetê bidomînin."

El Tewîl wiha domand: “Cîhan û Nazim her tim di eniyên pêş de bûn, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji cîhanê re aşkera dikirin. Ji ber wê jî dagirkeriyê xwest bi hedefgirtinê wan bêdeng bike."

El Tewîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide binketina xwe ya dagirkirina Kobanê û derdora wê binixumîne û wiha pê de çû: “Bi saya rojnamevanên li qadan sûcên dagirkeriyê yên li dijî sivîlan û binesaziya herêmê hatin aşkerakirin. Hedefgirtinên wan li pêş domandina rêya derxistina heqîqetê nabin asteng."

ˋBI BÊDENGIYA XWE SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ HEVKARÊN ÊRIŞAN INˊ

El Tewîl bêdengiya rêxistin û saziyên navneteweyî yên mafên rojnamevanan şermezar kir û diyar kir ku ew sazî bi bêdengiya xwe li hember sûcan dibin hevkarê dewleta Tirk a dagirker û got: “Zêdetirî 27 şehîdên me yên rojnamevan hene, hemû jî bi hedefgirtinên rasterast şehîd bûne. Dîsa jî saziyên navneteweyî bê deng in. Pêwîst e ew bi lez van sûcan rawestînin."

MÎRXAN EMADÎ: CÎHAN Û NAZIM SÛCÊN DAGIRKERIYÊ AŞKERA KIRIN

Rojnamevanê radyoya Xabûr FM Mîrxan Emadî diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan ne tiştekî nû ye, ew parçeyek ji stratejiyên veşartina sûcan a dagirkeriya Tirk e.

Emadî got: “Şehîd Cîhan û Nazim sûcên li dijî gelên herêmê bi kamera û pênûsên xwe aşkera kirin. Ji ber wê jî ew hatin hedefgirtin ku ew rastî werin nixumandin."

Emadî destnîşan kir ku şehadeta hevrêyên wan îsrara wan a domandina xebata ragihandinê xurttir kir.

HESEN OMER: KAMERA DI ÇAVÊN DAGIRKERIYÊ DE STRÎ NE

Rojnamevanê radyoya Dirbêsiyê FM Hesen Omer diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan beşek ji sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker e û got: “Saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên rojnamevanan bi awayekî şermînî ku mezinahiya sûcan dinixumîne, dan û standinê dikin. Bi wê re ew dibin hevkarên van sûcan."

Omer wiha domand: “Dagirkeriya Tirk bawer dike ku ew ê bi hedefgirtina rojnamevanan îradeya me têk bibe, lê belê em dibêjin ku kamera û pênûsên şehîdan dê her di çavên dagirkeriyê de strî bin.”

SÛCÊN DAGIRKERIYÊ Û HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANAN: ÇARÇOVEYEKÎ SÎSTEMATÎK IN

Hedefgirtina rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beçek ji stratejiya dewleta Tirk a dagirker e ku ragihandina azad asteng bike, nehêle rastî û sûcên wê bên aşkerakirin.

BANGÊN HESABXWESTINÊ JI DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Rojnamevanan di dawiyê de bang li saziyên navneteweyî yên mafên rojnamevanan kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin û karkerên qada rojnamegeriyê yên li herêmên şer biparêzin. Rojnamevanan got hedefgirtina rojnamevanan sûcekî şer e û divê berpirs û sûcdar werin darizandin.

ˋEM Ê RÊÇA HEVRÊYÊN XWE BIDOMÎNINˊ

Rojnamevanan destnîşan kir ku şehadeta hevrêyên wan îsrara wan a domandina xebatên aşkerAkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker xurttir kir û soza şopandina rêça şehîdên çapemeniya azad nû kir.

(mh/fr)

ANHA