Panorama hefteyê: Tevgerên dîplomatîk û vekişîna Rûsya ji Şamê

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser vekişîna Rûsyay ji Şamê û tevgera dîplomatîk a Ewropayê ji Şamê re.

Panorama hefteyê: Tevgerên dîplomatîk û vekişîna Rûsya ji Şamê
22 kanûn, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rojnameyên erebî yên hefteya borî de di rojevên xwe de behsa vekişîna Rûsya ji Sûriyeyê û tevgera dîplomasî li Şamê piştî ketina Beşar Esed, kir.

‘SIBEROJA BAREGEHÊN RÛSYAYÊ YÊN LI SÛRIYEYÊ DÊ ÇAWA BE?’

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser siberoja baregehên Rûsyayê yên li Sûriyeyê wiha nivîsî: "Wêneyên vê dawiyê yên satelaytan didin nîşandan ku tevgera leşkerî ya Rûsyayê li baregehên hewayî yên Himeymîm û Tartûsê çêdibe."

Şîrovekarê siyasî Andrey Ontikov der barê mijarê de dibêje "Îhtîmala mayîna baregehên Rûsyayê kêm e" lê di heman demê de da zanîn ku Moskov dê li ser vê mijarê dan û standinan bike.

Her wiha got: "Bi qasî ku pêkan e Rûsya hewl dide li Sûriyeyê bimîne, ji ber sedemên aborî, wekî bikaranîna ava Deryaya Spî.”

Rojnameyê her wiha nivîsî ku dê Amerîka û Rûsya zû ji Sûriyeyê venekişin û wiha nivîsand: "Trump çend caran rexne li Biden kir, dema ku ji Efganistanê vekişiya û got ew vekişîn ne birêxistinkirî bû. Lewma xuya ye dê Amerîka ji Sûriyeyê venekişe. Eger Amerîka venekişe dê Rûs jî li Sûriyeyê bimînin, ji ber ku ji bo parvekirina xenîmetê kesek ji kesî ne çêtir e."

Rojnameyê diyar kir: "Tevî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken û rayedarên din ên Amerîkayê yên têkildarî yekitiya axa Sûriyeyê jî, em dikarin bibêjin ku li ser Sûriyeyê hîna nakokî hene. Amerîka Sûriyeyeke bê rêxistinên dijberî siyaseta wê dixwaze û dixwaze li wir bi bandor be, her wiha pir hewl dide bi yekcarî Tirk û Rûsan ji Sûriyeyê derxe.”

LI ŞAMÊ TEVGERA DÎPLOMATÎK

Rojnameya El Şerq El Ewset jî behsa tevgera dîplomatîk a li Şamê kir.

Rojnameyê diyar kir: “Tevî ku welatên Yekitiya Ewropayê dixwazin hinekî baldar bin der barê desthilata nû de ku Heyet Tehrîr El Şam nûnertiya wê dike û li bendê ne ku gotin û sozên serokê wê Ehmed El Şerî bibin kiryar, lê ew naxwazin dereng vegerin qada Sûriyeyê, nemaze ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Brîtanya berî wan berê xwe daye Şamê.”

(fr)