‘Rêber Abdullan Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e’

Şêniyên Qamişloyê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê ya li girava Îmraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan axivîn û destnîşan kir ku di pergala îşkence û qirkirinê de israrkirina dewleta Tirk a dagirker, israrkirina astengkirina azadiya gel e.

‘Rêber Abdullan Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e’
22 kanûn, 2024   03:10
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Ji şêniyên bajarê Qamişlo Fatma El Casim, Siyabend Silêman û mamosteya dibistana navîn Şama Elî têkildarî pergala îşkence û qirkirinê ya li girava Îmraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, ji ajansa me ANHA’yê re axivîn.

Fatma El Casim der barê pergala îşkence û qirkirinê ya li girava Îmraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de axivî û da zanîn ku ruxmî Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de xwedan hêza teorîk û pratik e jî, lê dewleta Tirk a dagirker pergala îşkence û qirkirinê li ser wî ferz dike.

Fatme El Casim destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze pirsgirêkên siyasî û mirovî çareser bibin da ku gel bikare bigihêje azadiya xwe, anku bikare qedera xwe bi xwe tayîn bike.

Fatma El Casim anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her tim li pey dagirkeriyê ye û diyar kir ku ji ber Rêber Abdullah Ocalan îfade û çareseriya hemû gelên bindest û mezlûm e, lewma dewleta Tirk a dagirker tecrîd û zexta li ser Rêber Abdullah Ocalan zêde dike.

‘PROJEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN PROJEYA HEMÛ GELAN E’

Fatma El Casim diyar kir ku ew projeya Rêber Abdullah Ocalan a wekheviya gelan, ne tenê ya pêkhateyekê ye, projeya hemû gelan e.

Têkildarî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî Fatma El Casim wiha got: “Bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re dê hemû gel û ferdên civakê bigihêjin mafê xwe yên çand û baweriyan. Ji ber ku projeya Rêber Abdullah Ocalan banga azadiya hemû gelan e. Em hêvî dikin ku Rêber Abdullah Ocalan di demeke nêz de di nava xwe de bibînin. Rêber Abdullan Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”

Ji şêniyên Qamişloyê Siyabend Silêman bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê ya li girava Îmraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de dixwaze pirsgirêka Kurd li gorî xwe çareser bike, anku Kurdan tune bike.

Siyabend Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk naxwazê pirsgirêk çareser bibin, dixwazê gelê Kurd ji kokê ve qir bike, lewma zihniyet û ferasetên dewleta Tirk a dagirker, li ser esasê serweriya Rojhilata Navîn e da ku bikaribe her tiştî li gor berjewendiyê xwe bimeşîne.

Siyabend Silêman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi azadiya Rêber Apo’re wê bandoreke pir mezin li ser gelê Kurd û gelê herêmê çêbibe û wê li bakur, başûr, rojava û rojhilat anku li hemû Rojhilata Navîn pirsgirêkên heyî werin çareserkirin.”

Mamosteya dibistana navîn Şama Elî jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagir ker û destnîşan kir ku derdê dewleta Tirk a dagirker ne partiyên Kurdî ne, tunekirina nasnameya gelê Kurd e.

Şama Elî diyar kir bi saya Rêber Abudullah Ocalan jiyana jinan hatiye guhertin û anî ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e.

ANHA