Li Bendava Tişrînê çalakiya nobedê ya şeva 7ˋan

Çalakiya nobedê ya li Bendava Tişrînê bi tevlêbûna xelkê kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqayê didome.

Li Bendava Tişrînê çalakiya nobedê ya şeva 7ˋan
Li Bendava Tişrînê çalakiya nobedê ya şeva 7ˋan
Li Bendava Tişrînê çalakiya nobedê ya şeva 7ˋan
Li Bendava Tişrînê çalakiya nobedê ya şeva 7ˋan
Li Bendava Tişrînê çalakiya nobedê ya şeva 7ˋan
14 ÇILE, 2025   21:52
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo parastina Bendava Tişrînê duh gihîşt bendavê da ku tev li çalakiya nobedê bibe.

Çalakiya nobedê di roja 7ˋan de didome. Di 8’ê Çile de bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê. Li nêzî bendavê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êrişî karwana gel kiribû, di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Nûçegihanê me yê li bendavê, çalakiya nobedê ya şeva 7ˋan û beşdariya gel şopand.

(fr)