Malbatên şehîdan xebatên salekê nirxandin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê di civîna xwe ya salê de xebat û pirsgirêkên xwe nirxandin, projeyên dema gotubêj kirin.

11 îlon, 2025   14:44
QAMIŞLO

Meclisa Mablatên Şehîdan a Bajarê Girkê Legê civîna xwe ya salane li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li dar xist. Di civînê de malbatên şehîdan ên Girê Legê, Rimêlan û gundewarên wan amade bûn.

Di destpêka civînê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo axivî û diyar kir ku fedakariya şehîdan xuyangên projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xêz kiriye.

Gulo destnîşan kir ku malbatên şehîdan misogeriya berdewamkirina berxwedan û avakirinê ne, her wiha hîmê pergala Rêveberiya Xweser xurt dike û di avakirina Suriyeyek demokratîk a nenavende de rol dilîzin. 

Dûre endamê Meclisê Selah Hebeş rapora salane ya meclisê xwend. Piştre malbatên şehîdan li ser raporê nîqaş kirin û hat gotin ku divê valatiyên sala borî werin dagirtin, bi ruhekî kolektîf xebat werin meşandin.

Di civînê de rewşên aborî û civakî yên malbatên şehîdan jî hatin nîqaşkirin û pêşniyar hatin kirin ku projeyên geşepêdan û xizmetê werin amadekirin.

Di nîqaşan de li ser girîngiya xurtkirina peywendiyên li nava gund û bajaran, aktîfkirina rola komînan jî hat rawestîn.

(fr)

ANHA