Polonyayê daxwaza civîneke awarte ji NY’yê kir

Piştî ku Rûsyayê bi 19 dronan qada wê ya hewayî binpê kir, Polonyayê daxwaza civîneke awarte ji Konseya Ewlekariyê kir

Polonyayê daxwaza civîneke awarte ji NY’yê kir
11 îlon, 2025   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku qada wê ya hewayî bi nêzî 19 dronan hat binpêkirn, Polonyayê îro ragihand ku wê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwestiye civîneke awarte li dar bixe.

Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski got, armanca wê ji vê civînê ew e ku bala bikişîne ser êrişa li dijî welatekî ku endamê Neteweyên Yekbûyî (NY) û NATO’yê ye.

Hêzên çekdar ên Polonyayê duh ragihandibû ku di dema êrişa li dijî Ukraynayê de, dronên Rûsyayê qada wê ya hewayê derbas kirine. Hate diyarkirin ku artêşa Polonyayê, bi piştgiriya hevalbendan, herî kêm sê dronan xistin xwarê. Her wiha hat ragihandin ku li rojhilatê welat û zirar gihîşt malek û erebeyê bûne.

Li gorî Wezareta Karên Hundirîn a Polonyayê parçeyên 16 dronan hatine dîtin.

Serokwezîrê Alman Friedrich Merz bûyer bi "kiryarekî dijminane " bi nav kir û şermezar kir. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hişyarî da Moskovê ku "ber bi pêş ve neçe".

Balyozê Amerîkayê li NATO’yê ragihand ku NATO’yê piştgiriyê dide parastina hemû herêmên endamên xwe.

NATO’yê li gorî madeya 4’emîn a peymana hevpeymaniyê civîneke bilez li dar xistibû.

Çînê ji aliyê xwe ve bang li aliyên têkildar kir ku nakokiyan bi rêya diyalogan çareser bikin.

(bb)