ˊTevlêbûna hilbijartinan bersiva li dijî gefan eˊ

Xelkê kantona Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew ê bi girseyî biherikin ser sindoqan da ku hilbijartin bi ser bikevin û guh nadin gefên dewleta Tirk a dagirker.

ˊTevlêbûna hilbijartinan bersiva li dijî gefan eˊ
3 hezîran, 2024   06:17
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker hemwextî nêzbûna hilbijartinan êriş û gefên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Armanc ew e ku van hilbijartinan têk bibe. Lê xelkê Herêmê li hember van gefan disekinin û diyar dikin ku ew amade ne ji bo serketina van hilbijartinan li dijî van êriş û gefan bisekinin.

Welatiyê bi navê Ebdo El Hac Mihemed ê ji xelkê kantona Minbicê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji van hilbijartinan ditirse. Ev hilbijartin dê li herêmê îstîqrariyê xurt bike. Em jî weke vê civakê guh nadin tu gefan û dê ruxmî astengiyan hilbijartinên xwe pêk bînin. Ji ber ku ev hilbijartin nûnertiya dengê gelên azad e."

Welatiya bi navê Cewahir El Hesen a ji kantona Minbicê axivî û got: "Hilbijartin gaveke ber bi pêkanîna demokrasiya li herêmê ye. Ev dihêle dewleta Tirk a dagirker metirsîdar be, bi wê re êriş û gefên xwe li ser herêmê zêde kirin."

Welatiya bi navê Rola Delo jî ya ji Minbicê der barê mijarê de axivî û got: "Em li hember tevahî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me li ber xwe didin. Ev êriş îsrara me ya serkeftinê zêde dikin. Em radestî tu dagirkeriyê nabin. Xala lawaz a dewleta Tirk a dagirker serkeftina projeya Rêveberiya Xweser e û gefên wê jî bi sedema serketina mezin a Rêveberiya Xweser li herêmê ye."

Hesen Kohat ê ji heman kantonê got: "Ruxmî van gefan, em xelkê vê herêmê gav bi paş ve naavêjin û teslîm nabin. Em ê hilbijartinên xwe li dar bixin, ji ber dengê me nîşan dide. Ev ji bo gelên azadîxwaz derfeteke baştirîn e, da ku dengê xwe bi azad û demokrat bibin."

(fr)

ANHA