`Gelo ma CPT tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nabîne? `

Şêniyên Kantona Firatê diyar kirin ku ew dê her tim li kolanan bin, ta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan dest bixin.

`Gelo ma CPT tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nabîne? `
3 hezîran, 2024   02:35
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Ev 3 sal e ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Şêniyên Kantona Firatê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Bakîre Sincar da zanîn ku dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dike û wiha pê de çû: "Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û em ê her tim li kolanan bin, ta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin."

Bakîre tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk çi dike bila bike, ew dê her tim li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Nejmê Kinco diyar kir ku ew dê her tim li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin û wiha got: "Ev 3 sal e ti agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Ji ber ku dewleta Tirk ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan ditirse, lewra tecrîdê li ser Rêberê me girantir dike. Em ê her tim di nava tevgerê de bin û her tim li ber xwe bidin, heta ku azadiya Rêberê me pêk were."

Nejmê ev li gotinên xwe zêde kir: "Çima CPT li hember vê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwe bêdeng kiriye. Gelo CPT vê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nabîne? Divê CPT tavilê agahiyekê li ser Rêberê me ji me re bîne. CPT li gorî berjewandiyên dewleta Tirk tevdigere."

Endamê Rêveberiya Gaziyan a Kobanê Ebdulqadir Mislim got: "Em ê her tim heta nefesa xwe ya dawiyê li ber xwe bidin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo mafên mirovan her tim tê koşiya, ji ber vê yekê dewleta Tirk komplo li ser Rêberê me dan meşandin."

Mislim îşaret bi bêdengiya CPT kir û wiha anî ziman: "Qaşo CPT parastina mafên mirovan îdia dike, lê çima xwe li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bêdeng dihêle? Ji lewra em dikarin bêjin ku CPT bi dewleta Tirk re bûye yek û li gorî berjewandiyên dewleta Tirk kar dike."

Ebdulqadir Mislim di dawiyê de got: "Bi yekbûna gelê me û bi ramana netewa demokratîk em ê li ber xwe bidin hata ku em azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin."

)şx(

ANHA