ˊJi bo sekna li dijî dagirkeriya Tirk em ê piştgiriyê bidin gerîlaˊ

Şêniyên kantona Reqayê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrişa hêzên gerîla dike, ev yek nîşaneya binketina wê ye. Şêniyan got ew li dijî van êrişan bi hêzên gerîlayan re ne.

ˊJi bo sekna li dijî dagirkeriya Tirk em ê piştgiriyê bidin gerîlaˊ
3 hezîran, 2024   03:45
REQA
MIHEMED XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî û qedexekirî didomîne. Ev jî diyar dike ku di siyasetên xwe yên hundirîn de bi bin ketiye û dixwaze vê binketinê derxe derveyî sînorên xwe.

Der barê vê de, şêniyan kantona Reqayê ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman. Welatiyê bi navê Elî El Şêxan got: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hevrê û birayên me yên gerîla ne tiştek nû ne, ev beşeke biçûk a hovîtiya wê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne."

El Şêxan wiha domand: "Dema ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir û 78 balafirên şer bi kar anîn me hovîtiya wê dît. Niha jî ew bi çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîlayan êriş dike."

El Şêxan piştgiriya xwe ji gerîlayan re li dijî dagirkeriya Tirk nîşan da.

Her wiha, Esed El Nehar got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayan û pêkanîna sûcên terorî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çiyayên Qendîlê şermezar dikin. Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hember van sûcan hevkariya wê bi dewleta Tirk re diyar dike."

El Nehar bang li hemû azadîxwazên cîhanê kir ku li hember hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin got: "Li ser navê şêniyên Reqayê piştgiriya xwe ji gerîla û berxwedana wan re nîşan didin."

(mh)

ANHA