ˊRuxmî zulm û zordariyê berxwedana xelkê Efrîn dewam dikeˊ

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xelkê Efrînê di salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê de şermedzar kirin û got: "Em soz didin jinên Efrînê tu tişt nikare berxwedana wan têk bibe, Em bi saya fikrên Rêber Abdullah li ser rêya azadiyê ne."

ˊRuxmî zulm û zordariyê berxwedana xelkê Efrîn dewam dikeˊ
ˊRuxmî zulm û zordariyê berxwedana xelkê Efrîn dewam dikeˊ
ˊRuxmî zulm û zordariyê berxwedana xelkê Efrîn dewam dikeˊ
ˊRuxmî zulm û zordariyê berxwedana xelkê Efrîn dewam dikeˊ
16 adar, 2024   17:07
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê der barê nêzbûna salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek da. Beşdaran di daxuyaniyê de li ser rihê şehîdên komkujiya Helebceyê deqeyek rêz girt.

Di daxuyaniyê de hate gotin Efrîn birîneke nayê kewandin, Efrîn sirûda berxwedan û têkoşînê ye. Dema dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên barbarî û dermirovî pêk anîn, ew komployeke bû û ji zû ve plana kontrolkirina wê û xaka Sûriyeyê ji Efrîn, Bab, Cerablusê dikir ku împratoriya xwe vegerîne. Di wan êrişan de dagirkeriyê tevahî cureyên çekên giran û qedexe li dijî gelê ji bilî berxwedanê û têkoşînê di dest de tune ye, bi kar anî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk û komên wê yên terorîst tevahî rêbazên hovane û terorîst li dijî xelkê herêmê ji qetilkirin, tecawîzkirin û revandinê bi kar anî. Ji dema dagirkirinê ve gelek kes bi tawanên derew hatin revandin û îşkencekirin, her wiha mal û milkên welatiyan, cihên dîrokî û şûnwarî hatin dizîn û talankirin.

Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku piştî 6 salan ji dagirkeriyê, belavbûna alozî û nebûna ewlehiyê û êşên koçberên Efrînê li herêman, kampên Şehbayê û Helebê li gel rewşên debarê yên dijwar û dorpêçê hîna berxwedana efrîniyan dewam dike.

Di dawiya daxuyaniyê de endamên meclisê soz da jinên Efrînê ku tu tişt nikare berxwedana we têk bibe û bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ew li ser rêya azadiyê ne.

(fr)

ANHA