Rêxistinên jinan tev li hemleya ˊLi dijî qirkirina jinan bibe dengê parastinêˊ bûn

Tevger û rêxistinên jinan ên kantona Reqayê ragihand ku piştigiryê didin hemleya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya bi diruşma ˊLi dijî qirkirina jinan bibe dengê parastinêˊ.

Rêxistinên jinan tev li hemleya ˊLi dijî qirkirina jinan bibe dengê parastinêˊ bûn
Rêxistinên jinan tev li hemleya ˊLi dijî qirkirina jinan bibe dengê parastinêˊ bûn
16 adar, 2024   17:27
REQA

Bi dehan endamên tevger û rêxistinên jinan ên kantona Reqayê li pêş Çerxerêya Neîm kom bûn û daxuyaniyek da. Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi navê tevger û rêxistinên jinan li herêmên rizgarkirî ji tevahî pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryanî, Çeçen, Tirkmen û Şîşan tev li hemleya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ku 8ˊê Adarê daye destpêkirin dibin.

Rêxistinên jinan di daxuyaniya xwe de tevahî qirkirin û siyasetên ji hêla komên terorîst ve li dijî jinên êzidî li dewletên Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyeyê şermezar kirin. Di krîza Sûriyeyê netewe-dewletan derfet û piştgirî da kom û rêxistinên tundraw (DAIŞ) û sûcên hovane, çewisandin û koletî li ser jinên herêmê û jinên êzidî ferz kirin û meşandin, ew li sûkan hatin firotin.

Di daxuyaniya tevger û rêxistinên jinan de hate destnîşankirin ku ji xaka Reqayê xaka Firatê û ji vê erdnîgariyê ku nîşaneya mezin a sûcan li dijî tevahî gelan; zarok û jinên êzidî ye, ev herêmê bû destpêka rizgarkirina jinan û şikandina bendên koletiyê.

Di dawiyê de hate gotin bi hatina QSDˊê û YPJˊê re roja azadiyê li vî cihî hilat û Çerxerêya Dojehê vegerand Çerxerêya Neîm, şoreşa jinan bi pêşengî û fermandariya jina Kurd û Êzidî pêk hat û hovên tarîtî li Reqayê têk birin û destkeftiyên mezin pêk anîn. Êdî ew bûn jêdera hêvî, lehengî û hêzê ji bo tevahî jinên cîhanê.

(fr)

ANHA