19 hezar welatî li Eyn Îsa bê av mane

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de stasyonên kehrebeyê yên Eyn Îsayê ji xizmetê derketin, bi wê re 19 hezar welatî li 275 gundan û navenda navçeyê ji ava vexwarinê bê par man. Aliyên berpirs da zanîn ku av dê bi çaksazkirina stasyona kehrebeyê ji nû ve bê berdan.

19 hezar welatî li Eyn Îsa bê av mane
19 hezar welatî li Eyn Îsa bê av mane
19 hezar welatî li Eyn Îsa bê av mane
19 hezar welatî li Eyn Îsa bê av mane
29 ÇILE, 2024   04:35
EYN ÎSA

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî saziyên sereke yên navçeya Eyn Îsayê de bi hezaran welatî bê ava vexwarinê man. Ji ber ku di encama êrişan de 7 stasyonên ava vexwarinê ji xizmetê derketin; li Hîşe 2 stasyon, Ebû Sose, Eyn Îsa, Zahîre, Muxelet û Bexdik.

Ev stasyon bi xebata stasyona kehrebeyê ya Eyn Îsayê ve girêdayî ne. Lê piştî ku ew stasyon ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin, stasyonên avê ji xizmetê derketin û bi hezaran şênî bê av man.

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya navçeyê Sena El Elî ji ajansa me re destnîşan kir ku di encama hedefgirtina stasyona kehrebeyê ya sereke de stasyon û turbînên ava vexwarinê ji ximzetê derketin û pê re 19 hezar welatî li 275 gundan û li navenda navçeyê bê ava vexwarinê man.

Sena El Elî diyar kir ku şênî niha avê ji bîran, xezanên erdê û qenalên avdanê peyda dikin û lêçûna vê yekê jî zêde ye.

Di dawiya axaftina xwe de Sena El Elî anî ziman ji bo ji nû ve av were berdan pêwîstî bi çaksazkirina stasyona kehrebeyê ya sereke heye.

(mh)

ANHA