ˊKJKˊê nûnertiya vîna jinan û nasnameya wan a têkoşînê yeˊ

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê bi boneya salvegera damezirandina KJK'ê şahî li dar ketin. Beşdarên şahiyan destnîşan kir ku KJKˊê nûnertiya vîna jinan û nasnameya têkoşîna wan e.

18 nîsan 2024   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 19'an a damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve" li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê şahiyên girseyî li dar ketin.

Şahî li bajarên Qamişlo, Dêrik û Helebê û li navçeyên Dirbêsiyê û Hol li dar ketin. Di şahiyan de bi hezaran jin beşdar bûn.

HELEB

Li bajarê Helebê Kongra Star şahî li qada şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.

Di şahiyê de hevseroka Akademiya Civaka Demokratîk Suad Hesen li ser zehmetiyên jinan ên ji ber pergalên kapîtalîst axivî û got: "Dayikê berdewama civakan misoger kir û bi damezirandina KJK'ê re jin ji nû ve rabûn ser pêyan û banga azadî û rola xwe ya rastîn kir."

Cîgira hevseroketiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan diyar kir ku bi damezirandina KJK'ê re û bi şopandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan jinan xwe îsbat kir û roleke pêşeng di hemû qadan de lîst.

Di dawiya şahiyê de komên şehîd Zîlan û şehîd Vejîn stran pêşkêş kirin. Koma şehîd Hêzil govend pêşkêş kirin.

QAMIŞLO

Bi pêşengtiya Kongra Star û bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve 19`emîn salvegera damezrandina KJKˊê pîroz be” li Parka Azadî ya Qamişloyê şahiyek hat lidarxistin.

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê, Til Hemîs, Amûdê û bajarê Qamişlo, endamên Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li şahiyê amade bûn.

Di şahiyê de berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û diyar kir ku ew salvegera KJK`ê li Rêberê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî; Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Rîhan bal kişand ser pêşengên jin ên ku di oxira azadiyê de şehîd bûn û wiha got: “Em ê hesret û xeyalên hevalên xwe yên şehîd pêk bînin û em ê layiqê keda wan bin. Bi keda wan jin careke din li ser vê erdenîgariyê tevî hemû astengiyan serî hilda.”

Rîhan da zanîn ku konfedraliya demokratîk a jinan bû îlham ji bo jinan, ev destkeftiyên heyî bi keda salan hatiye, bûye bingeh û sîwan ji bo tevahî jinan li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê û wiha pê de çû: “Jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkateyan di hemû qadan de cih girt û ji bo cîhanê bû nimûne. Em ji hêza xwe bawer in û her serkeftî bin.”

Jinan li qada pîrozbahiyê bi cil û bergên xwe yê kevneşopî û berzkirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” govend li ber dengê Koma Şehîd Delîla, hunermend Sumeya Mihemed û Koma Şehîd Sakîne gerandin û bi vî awayî pîrozbahî bi dawî kirin.

HOL

Li navçeya Holê şahî li qada Komeleya Perwerdeyê li dar ket. Di şahiyê de şêniyên navçeyên Hol, Şedadê, Erîşa û Mergede yên kantona Cizîrê beşdar bûn.

Rêvebera Kongra Star Bêrîvan Omer li ser destkeftiyên şoreşa jinan û keda wan ber bi azadî û rizgariya ji bindestiyê axivî.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Besme Hesen axivî û got: "KJKˊê vîna jinan û nasnameya wan di hemû qadan de temsîl dike û jinan bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan hişmendiya baviksalariyê têk bir."

Di dawiya şahiyê de helbestvan Ebû Rakan helbestek li ser rola jinan û keda wan di şoreşê de xwend û koma Navenda Çandê ya Holê şanoyek bi navê "Zimanê Erebî" pêşkêş kir.

DIRBÊSIYÊ

Şahî li qada keraca navçeyê li dar ket. Di şahiyê de şêniyên navçeyên Til Temir û Zirganê beşdar bûn.

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî axivî û got: "Jin li 4 parçeyên Kurdistanê ji bo bidestxistina azadî û edaletê di bin siya KJK'ê de tê koşiyan."

Di dawiya şahiyê de komên şehîd Şoreş û şehîd Zîlan û hunermend Hojîn Hêriz stran pêşkêş kirin.

DÊRIK

Şahî li parka Dicle li dar ket. Di şahiyê de şêniyên navçeyên Til Koçer, Çilaxa û Girkê Legê beşdar bûn.

Endama Kongra Star a Girkê Legê Ayhan Murad li ser berxwedana jinan li ser şopa fikrên Rêber Abdullah Ocalan li dijî hişmendiya baviksalariyê axivî.

Piştre komên şehîd Alnya, şehîd Cûdî, Elefteriya, Rubû El Cezîre stranên folklorî pêşkêş kirin.

(mh-sb)

ANHA