Şêniyên Minbicê: Bi hevgirtinê em ê azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin

Pêkhateyên bajarê Minbicê bal kişand ser hevgirtina gelên herêmê ya di bin siya neteweya demokratîk de û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza xurtkirina têkoşîna hevpar da.

Şêniyên Minbicê: Bi hevgirtinê em ê azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin
25 nîsan 2024   02:35
MINBIC

Dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker hewl didin gelan û pêkhateyan ji hev bi dûr bixin û fîtneyê di navbera wan de derxin, da ku li dawiyê wê herêmê dagir bike. Lê belê fikrê Rêber Abdullah Ocalan ev gel bi taybetî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin yek. Ev gel îro bi hevgirtineke xurt ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin.

Der barê wê de, şêniyê bi navê Şêxo Mihemed ê ji pêkhateya Kurd a Minbicê got: "Gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyan ji şer û fîtneyan westiyan. Em tenê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bûn yek û em li hember xewnên dagirkeriya Tirk ên dagirkirina Rojhilata Navîn sekinîn."

Mihemed wiha domand: "Di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de tiştê herî zêde ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên kapîtalîst ditirsin yekbûna gelan e. Ev jî rê li ber dewleta Tirk a dagirker digire û nahêle ew planên xwe yên dagirkeriyê û mêtina xwîna gelên bindest pêk bîne."

Mihemed destnîşan kir ku hemû pêkhate ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan yek in.

Şêniyê bi navê Mihemed Husam El Şewax ê ji pêkhateya Ereb got: "Pêkhateyên li kantona Minbicê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Rojhilata Navîn de xwedî reh in. Vê jî hişt hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe hevgirtina gelên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Ev yek di pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêbertî de xuya bû."

El Şewax wiha domand: "Her ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin yek, ewqasî têkoşîna cîhanê ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezintir dibe. Çawa gelek dewlet di komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî de beşdar bûn, her wiha bi hevgirtina gel û neteweyên azad azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî dê bê pêkanîn."

Muhened Mihemed ê ji ciwanên pêkhateya Turkmen wiha axivî: "Bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê gelan gihîşt raya giştî. Bi rêya wê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bê pêkanîn. Di salên dawîn de Rêbertî fikrê neteweya demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku dewletên kapîtalîst di nav gelan de çandine, belav kir."

Zehîde Îshaq a ji pêkhateya Çerkes got: "Bi hevgirtina pêkhateyên kantona Minbicê û bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan hemû pêkhate maf û erkên xwe standin."

Zehîde Îshaq di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêkhateya Çerkes û pêkhateyên din dê her tim ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hevgirtî bin.

(mh)

ANHA