MSD: Divê zext li Tirkiye were kirin ku rêzê ji qanûnên mirovî re bigire

MSDˊê socên hovane û komkujiyên desthilatên Osmanî li dijî gelê Ermenî pêk anîne, şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku tedbîrên tund li dijî Tirkiyeyê bigirin û zextê li wê bikin ku rêzê ji qanûnên navneteweyî û mirovî re bigire.

MSD: Divê zext li Tirkiye were kirin ku rêzê ji qanûnên mirovî re bigire
24 nîsan, 2024   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî salvegera komkujiya Ermeniyan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ev sûcên hovane ku li ser bingeha nijadperestî û etnîkê pêk hatine, yek ji şêweyên qirkirinê yên herî hovane ne ku di dîrokê de pêk hatine, zirarên mezin bi gelê Ermenî, çand û mîrasa wê hat kirin. Ji erkê gelê herêmê ye ku mîna van trajediyên mirovî ji bîr nekin da ku mîna van pêk neyên.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin dewleta Tirk a nûjen li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê dijminatiyeke hovane pêk tîne, dewleta Tirk û komên sûriyeyî yên alîgirên wê gelek êrişên leşkerî pêk anîn û herêmên Sûriyeyê dagir kirin, bi hezaran welatî qetil kirin û birîndarkirin û bi sed hezaran welatî dan koçberkirin û penaberkirin. Ev yek dewama komkujiya li dijî Ermen û xiristiyan in.

MSDˊê di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku tedbîrên tund li dijî dewleta Tirk pêk bînin, da ku van êrişan bi dawî bike, berpirsên sûcên şer û sûcên dermirovî ceza bike û zextê li dewlet Tirk bike ku rêzê ji qanûna navneteweyî û mirovî re bigire.

(fr)