ˊDeste di şewitandina berheman de ne berpirsê tawîzdanê yeˊ

Desteya Çandinî û Avdanê bang li cotkaran kir ku hişyar bin, tedbîrên guncaw ji bo parastina berhemên xwe bigirin. Desteyê di biryarnameyê de diyar kir ku ger çi şewat an jî zirar bi berheman bû, deste di tawîzdanê de ne berpirsiyar e.

ˊDeste di şewitandina berheman de ne berpirsê tawîzdanê yeˊ
14 gulan, 2024   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya bi jimareya 4ˊan derxist.

Di biryarnameyê de wiha hate gotin:

"Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li cotkaran dike ku hişyar bikin û tevahî tedbîrên guncaw û pêwîst ji bo parastina çandiniya xwe ji şewatan bigirin. Keviyên rêyan biajon. Di navbera zeviyan de biajon, da ku şewat derbas nava zeviyên din nebin. Hevkariyê bi lijneyên taybet û nuqteyan re pêk bînin.

Di dema şewat an jî zirar bi çandiniyê bû deste ne berpirsî tu tawîzdanê ye. Ji ber ku berpirsiyarî dikeve ser milê cotkar."