Xelkê Sirînê şehîd Îbrahîm Ziêtir oxir kir

Xelkê bajarê Sirînê şehîd Îbrahîm Ziêtir bi merasîmeke heybet li goristana şehîdan a bajarê Sirînê spart axê.

14 gulan, 2024   19:44
KOBANÊ

Bi sedan xelkê bajarê Sirînê yê kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, ji bo oxirkirina şehîd Îbrahîm Ziêtir ku dema li ser erka xwe şehîd bû, berê xwe da goristaa şehîdan a Sirînê.

Li goristanê yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Ûçkaxet axivî. Mistefa soza şopandina rêya şehîd da û got: "Heval Îbrahîm li dijî desthilatdariyê serî hilda û cihê xwe di Hêzên Sûriya Demokratîk de girt. Em jî soz didin ku em ê tola şehîd Îbrahîm hilînin û em ê ala ku bilind kirî her hildin jor."

Hevserokê Meclîsa bajarê Sirînê Şebo Ebdurezaq axivî û wiha got: "Em ê her li ser rêya te bin û li dijî her destdirêjiyê jî serî hildin. Em ê li hemberî dagirkeriyê rabin û welatekî azad ava bikin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îs axivî û diyar kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin û Sûriyeyeke azad ava bikin û got: " Şehîdên me canê xwe feda kirin ta ku avakirina jiyaneke aram  û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin."

 Hec Îs di dawiyê de got: "Kobanê, Sirîn, Baxoz û bi sedan bajar bi hezaran şehîd ji bo avakirina civakeke demokratîk daye."

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê Behiya Elî axivî û got: " Şehîd ew in xwedî dileên pak.  Ew in ku jiyaneke azad ji bo neteweyekê didin avakirin. Divê em jî rêya şehîdên xwe bişopînin da ku em li hember dagirkeriyê serî hildin."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwendin û radestî malbata wî kir.

Şehîd bi dirûşma"Şehîd namirin" hat veşartin.

(sş)

ANHA