ˈEm dev ji axa xwe bernadinˈ

Şêniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin: "Em ê birçîbûnê û zehmetiyan tehemûl bikin, lê dev ji axa xwe bernadin."

ˈEm dev ji axa xwe bernadinˈ
13 mijdar, 2024   06:10
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên ji kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ew dev ji axa xwe bernadin.

Şêniyê bi navê Salih Mihêmîd ê ji bajarê Til Koçerê bi bîr xist ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ne  nû ne û got: "Dewleta Tirk Ji destpêka aloziyê ve dixwaze projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser tune bike. Lê vê projeyê tenê îsbat kir ku ji bo berjewendiyên gel e û banga çareseriyeke aştiyane ji aloziyê re dike."

Mihêmîd îşaret pê kir ku  dewleta Tirk di nava aloziyên siyasî û aborî de ye û bi êrişên xwe û destwerdanên li welatên derdora dixwaze xwe ji aloziyê xilas bike û wiha domand "Dewleta Tirk êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  dike û destwerdanê li welatên derdorê dike da ku aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve û ji cîhana û gelê xwe re bide xuyakirin ku ew dewleta herî bi hêz e. Lê li hemberî derbeyên gerîla û QSDˈê bi domdarî dişkê, lew ra îdiayên derew belav dike."

Mihêmîd diyar kir ku gelê herêmê bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kiriye û xeta berxwedan hilbijartiye. Her wiha got: "Heya em ji armancên xwe yên avakirina Sûriyeya demokratîk ji tevahî sûriyeyiyan re em gavekî paşde navêjin."

Delal Yusif a ji Til Koçerê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser binesaziya herêmê dixwaze gel birçî bike, nakokiyan di navbera pêkhateyan û Rêveberiya Xweser de derbixe û di encamê de Rêveberiya Xweser lawaz bike û têk bibe.

Delal ev li gotinên xwe zêde kir: "Em hişyar in, li ber xwe didin û li hember êrişên wê hevgirtî ne. Dewleta Tirk çi bike jî bi ser nakeve. Em ê bi rêveberiya xwe re bin, aloziyên xwe yên hundirîn, xwe bi xwe çareser bikin. Em nahêlin ti kes fitneyê di navbera me û rêveberiya me de derxe. Em ê birçîbûnê û zehmetiyan tehemul bikin, lê axa xwe ji dagirkeran re bernadin."

Ferec  Hisên El Den ê ji Çilaxa jî da zanîn ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze gel bitirisîne û got: " Lê hesabên wê nerast in û bê bingeh in. Me di oxira parastian rûmet û axa xwe de bi hezaran şehîd dane. Em natirsin û serî natewînin."

Ferec El Den diyar kir ku ew ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin û ji bo pêkanîna armanca wan a Sûriyeya demokratîk, aştiyê û hezkirinê tê bikoşin.

Fatme Esaf a ji Çilaxayê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Her çiqas dewleta Tirk êriş bike, girêdana me bi axê û biryardariya me ya parastinê zêdetir dibe. Bi hevgirtina pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Çerkez em ê dagirkeriyê tune bikin."

Fatme di dawiyê de got: "Mirin ji heqaretê baştir e. Rêgeza me berxwedan e. Em ê li ser vê rêyê bimeşin. Yan di welatekî azad de, azad bijî, yan jî di oxira wê de bimirin."

(şx/bb)

ANHA