Li Hesekê atolyeyek li ser rola siyasî ya jinên Sûriyeyê hat lidarxistin
Di atolyeyekê li bajarê Hesekê de teqezî bi xurtkirina rola siyasî ya jinên Sûriyeyê, avakirina eniya jinan a Sûriyeyê, pêkanîna pergala nenavendî ya Sûriyeyê û sûdgirtina ji tecrûbeyên Rêveberiya Xweser, hat dayîn.
Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) atolyeyek bi navê "Jin û siyaset" li navenda MSD'ê ya bajarê Hesekê, li dar xist.
Atolye di çarçoveya stratejiya niştîmanî ya xurtkirina rola jinan di qada siyasî de hat lidarxistin. Tê de 40 jin ji rêxistin û tevgerên jinan û partiyên siyasî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên MSD'ê, beşdar bûn.
Cîgira hevseroketiya MSD'ê Canda Mihemed mijara yekemîn a atolyeyê, ya li ser dîroka jinên Sûriyeyê nîqaş kir.
Canda Mihemed bal kişand ser rola jinan di dîroka Sûriyeyê de, di serdemên kevin de û zehmetiyên ku li hemberî wan derketine.
Beşdaran rewşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku di têkoşîna siyasî, leşkerî û rêveberî de cih girtine û rewşa jinên deverên din nexasim ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, nîqaş kirin.
Mijara duyemîn a bi navê "Zehmetiyên beşdariya siyasî ya jinan û pêşniyariyên çareseriyan"ji aliyê seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidiro ve hat nîqaşkirin.
Di nîqaşan de rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji jinên li herêmên hikumeta Şamê û deverên dagirkirî re bûne nimûne, hat silavkirin.
Beşdaran banga sûdgirtina ji tecrûbeyên Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeya nenavendî, pirreng û demokratîk kir.
Di dawiya atolyeyê de encamname wiha hat dayîn:
1- Xurtkirina rola siyasî ya jinan ji bo biserxistina pêvajoya danûstandinan û guhertina demokratîk di Sûriyeyê de.
2- Bidawîkirina pergala navendî ya Sûriyeyê û pêkanîna pergala nenavendî.
3- Avakirina eniya jinan a Sûriyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêja jinan û krîza Sûriyeyê.
4- Bangkirina aliyên navneteweyî yên têkildar ku peymanên girêdayî jinan pêk bînin û jinên Sûriyeyê di hemû pêvajo û civînên navneteweyî de beşdar bikin.
5- Çalakkirina hemû qanûn û peymanên navneteweyî ji bo bidawîkirina zayendperestiya li dijî jinan.
6- Xurtkirina têgîba welatîbûnê di yek welatî de û wekheviya maf û erkan.
7- Çêkirina têkiliyan bi rêxistinên jinan ên navneteweyî re ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê ya herêmê.
8- Vekirina peymangeh û akademiyên taybet ên xurtkirina siyasî û hiqûqî ji bo amadekirina pêşengên civakî û siyasî.
9- Pêkanîna tecrûbeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li deverên din ên Sûriyeyê ji bo pêşxistina rewşa jinên Sûriyeyê.
10- Balkişandina li ser destkeftiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dezgehên ragihandinê ve.
11- Domandina lidarxistina atolye û panelên xurtkirina siyasî ji bo pêşxistina pêkanî û derfetên jinan û xebatên wan.
(mh)
ANHA