`Zimanê me ne zimanekî biyanî ye`

Li bajarê Çilaxayê jinên ciwan got ew qebûl nakin ku di dibistanan de zimanê xwe yê dayikê mîna zimanên biyanî bixwînin û daxwaz kir ku hikumeta veguhêz biryara xwe sererast bike.

`Zimanê me ne zimanekî biyanî ye`
8 îlon, 2026   02:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Jinên ciwan li hember biryara Wezareta Perwerdeyê helwesta xwe diyar kir û got ew qebûl nakin ku zimanê kurdî were sînordarkirin. 

Hebûn Şikrî got: "Em qebûl nakin ku xwendina bi zimanê kurdî were sînordarkirin û tenê 3 ders bin, divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê û hikumet biryarên xwe li ser me ferz neke. Bi van hewldanan dixwazin hebûna gelê Kurd li Sûriyeyê sînordar bikin. Divê em azad fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin û nifşê heyî çanda gelê Kurd biparêze û veguhêzê nifşên li pey xwe. Bi vî awayî dê hebûn, dîrok û çanda gelê Kurd ji polîtîkaya înkar û îmhayê were parastin. Gelê Kurd bi hemû rê û rêbazan dê têkoşînê bike û hebûn û deskeftiyên şehîdan biparêze. Em fêrî zimanê xwe bibin û bi zimanê xwe biaxivin. Em ji hikumetê daxwaz dikin ku biryara xwe sererast bike."

‘ZIMANÊ KURDÎ MAFEKÎ ME YÊ ÇANDÎ YE’

Her wiha Xezwa Seyfedîn jî der barê mijarê de axivî û got: "Gelê Kurd bi sedan salan tê koşî da ku ziman û çanda xwe ji polîtîkaya înkar û qirkirinê biparêze. Biryara ku zimanê dayikê sînordar dike kêm e û rêz nade pirrengiya çandî ya li Sûriyeyê. Sînordarkirina zimanê kurdî bi 3 saetan ne li gorî Biryarnameya 13’an e, ji ber ku di wê de zimanê kurdî wek zimanê neteweyî hatiye pênasekirin. Ji bo hebûna gelê Kurd were parastin divê zimanê kurdî di jiyanê de ji hemû aliyan ve were bikaranîn û di sîstema perwerdeyê de berfirehtir were dayîn. Mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê divê bi zimanê xwe bixwînin û çanda xwe biparêzin."

`EM QEBÛL NAKIN KU KURDÎ WEK ZIMANEKÎ BIYANÎ WERE DÎTIN`

Ezîza Mûsa jî got: "Em wê biryarê qebûl nakin û pêdiviyên me pêk nayne, nabe ku zimanê kurdî mîna zimanên biyanî di dibistanan de were xwendin. Ziman parçeyekî dîrok û çanda gelê Kurd e, divê em xwendina xwe bi zimanê xwe yê dayikê berdewam bikin. Divê hikumet biryara xwe di ber çavan re derbas bike û biguherîne. Heyanî em bigihêjin mafên xwe em ê tê bikoşin."

(np)

ANHA