Urdunê qaçaxçîtiya mîqdarek mezin narkotîkê têk bir

Urdunê hewldaneke qaçaxçîtiya madeyên hişber a ji gundewarê Siwêdayê bi rêya napoxên rêberkirî têk bir û 44 kîlogram heşîş, 218 hezar hebên captagon û cîhazên GPS desteser kirin.

Urdunê qaçaxçîtiya mîqdarek mezin narkotîkê têk bir
7 îlon, 2026   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekiniyên Parêzvanên Sînor ên Urdunê îro hewla qaçaxçîtiya mîqdareke mezin a hişbirê bi rêya napoxên rêberkirî li herêma leşkerî ya rojhilat têk bir. 

Hêzên çekdar ên Urdunê bi daxuyaniyekê li ser çapemeniya xwe diyar kri ku Yekîneyên Parêzvanên Sînor napox dîtin, bi hevrêziya saziyên ewlehî yên leşkerî û rêveberiya têkoşîna dijî hişbirê, beriya ku barên xwe daxin li xaka Urdunê xistinê xwarê.

Rêverberiya têkoşîna dijî hişbirê diyar kir ku wan hewla qaçaxçîtiya mîqdareke mezin a hişbirê ji gundewarê parêzgeha Siwêdayê bo Urdunê bi rêya napoxên rêberkirî têk bir.

Di operasyona rêverberiyê de 44 kîlogram heşîş, 218 hezar hebên captagon û cîhazên GPS’ê hatin desteserkirin.

(f)