Dan û standinên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz rojeva rojnameyên erebî ne

Dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz de û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, rojeva rojnameyên erebî ne.

Dan û standinên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz rojeva rojnameyên erebî ne
14 cotmeh, 2025   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê bal kişand ser dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. 

Rojnameya El Ereb der barê hevdîtinên vê dawiyê yên di navebera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de wiha nivîsî: "Hêj zû ye ku mirov li ser peymaneke berfireh biaxive, ji ber ku hîn jî der barê sîstema Sûriyeyê ya siberojê û çend mijarên girîng ên nakok de di navbera QSD û Şamê de valahiyek heye."

‘DAXWAZÊN SERBESTBERDANA ABDULLAH OCALAN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Rojnameyê gotinên serokê berê yê parlamentoya Tirkiyeyê û yek ji damezirînerên AKP`ê Bulent Arinç nivîsîn ku daxwaza guhdarîkirina rasterast a li Rêber Abdullah Ocalan kir û gotibû "Heke kes dilxwaz nebe, serkeftin çênabe. Divê em wêrek bin û heke pêwîst be, ez ê biçim Îmraliyê û bi xwe bi Ocalan re hevdîtinê bikim.”

‘PEYMANA XEZAYÊ... PIŞTÎ EW QAS KUŞTIN Û WÊRANKIRINÊ ÇIMA NIHA?

Der barê pirsgirêka Filistînê de, rojnameya Lubnanê El Nehar di raporeke berfireh de behsa sedemên derengketina lihevkirina têkildarî Xezayê kir.

Rojnameyê diyar dikir ku hikumeta rastgir a Îsraîlê hewl da şer dirêj bike da ku armancên stratejîk li Xezayê pêk bîne, bi taybetî jî koçberkirin û berfirehbûna wargehan. Di destpêkê de sûd ji piştgiriya navneteweyî girt, paşê rastî zextên hundirîn û aloziya aborî hat.

Şîrovekaran diyar kir ku guhertina helwesta Amerîkayê faktoreke diyarker bû ji bo pêkanîna peymanê, ji ber ku naskirina dewleteke filistînî û nîqaşên ji bo sepandina cezayan li ser Îsraîlê hişt ku Washington ji bo pêkanîna agirbestê zexteke rasterast bike.

Her çend ev peyman hemû daxwazên filistîniyan pêk neanîn jî, çavdêr wê wek çirûskeke hêviyê ji bo destpêkeke nû ya li Xezayê dibînin.

(k)