Berhemên bi ava kanalîzasyonê hatine avdan hatin rakirin

Komîteyeke hevbeş li bajarê Hesekê, berhemên çandiniyê ku bi ava kanalîzasyonê dihatin avdan, rakirin.

Berhemên bi ava kanalîzasyonê hatine avdan hatin rakirin
Berhemên bi ava kanalîzasyonê hatine avdan hatin rakirin
Berhemên bi ava kanalîzasyonê hatine avdan hatin rakirin
Berhemên bi ava kanalîzasyonê hatine avdan hatin rakirin
Berhemên bi ava kanalîzasyonê hatine avdan hatin rakirin
Berhemên bi ava kanalîzasyonê hatine avdan hatin rakirin
Berhemên bi ava kanalîzasyonê hatine avdan hatin rakirin
Berhemên bi ava kanalîzasyonê hatine avdan hatin rakirin
Berhemên bi ava kanalîzasyonê hatine avdan hatin rakirin
2 tîrmeh, 2025   14:07
HESEKÊ

Rêveberiya Jîngehê li bajarê Hesekê beriya niha cotkarên ku zeviyên sebzeyan bi ava kanalîzasyonê av didan, hişyar kiribûn, lê cotkaran guh nedabû hişyariyan.

Komîteya hevbeş ya Rêveberiya Jîngehê, Meclisa Bajarê Hesekê, Şaredariya Gel, Komîteya Çandiniyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê îro derket nava zeviyan û berhemên bi ava kanalîzasyonê dihatin avdan, rakirin.

Li gorî komîteyê nêzî 5 hektar erdê ku bi ava gemarî ya kanalîzasyonê dihate avdan, hate ajotin û çandiniya wan hate telefkirin. 

Hevseroka Rêveberiya Jîngehê Rovend Ebdo diyar kir ku wan beriya niha cotkarên ku zeviyên xwe bi ava kanalîzasyonê av didan agahdar û hişyar kiribûn, lê wan guh nedabû hişyariyan.

ANHA